Bûldan: Bila erkdariya destwerdanê bê vekişandin
Bûldan: Bila erkdariya destwerdanê bê vekişandin
Bûldan: Bila erkdariya destwerdanê bê vekişandin
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, der barê erkdariya destwerdana derveyî sînor ku dê roja Pêncşemê bê nirxandin, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û destnîşan kir ku erkdarî helwesta hikûmetê hîn bêtir dike mijara nîqaşê. Bûldan xwest erkdarî were vekişandin.
Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Bûldan li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist. Bûldan xwest, erkdariya destwerdana derveyî sînor a di rojên pêş de têkeve rojeva meclîsê were vekişandin û diyar kir ku eger erkdarî were rojeva Civata Giştî ewê bêjin 'Na'. Bûldan da xuyakirin ku bi vebûna meclîsê re, rojeva destpêkê bûye erkdariyên şer û got, "Ev hikûmeta ku nêrîna xwe ya ewlekariyê naterikîne û hewl dide bi polîtîkayên ewlekariyê çareseriyê ji pirsgirêkan re bibîne, destpêkê li dijî Sûriyê niha jî erkdariya operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê xistiye rojeva parlamentê."
Bûldan diyar kir ku ev erkdariyên şer li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye û got, "Hikûmeta ku divê gavên çareseriya demokratîk bîne parlamentê, erkdariyên şer di şûna vê de dixe rojevê. Ev yek dê pêvajoya çareseriyê ya xetimiye, hîn bêtir asê bike."
Bûldan bibîr xist ku bi salane ji parlamentê erkdariyên şer tên derxistin û bi van erkdariyan re gelek operasyonên derveyî sînor tên kirin û got, "Çi encam bi dest ket? Ji bilî êş û rondikên çavan, van erkdariyan çi dan vî welatî? Erkdarî û operasyonan kîjan pirsgirêk çareser kirin? Di şûna ku van ezmûn û êşan dersê derxîne, hikûmet mixabin di polîtîkayên xwe Yên ewlekariyê de israr dike. Eger pirsgirêkê çareser bibe, eger hikûmet îdîa dike ku ewê pirsgirêka Kurd çareser bike, hingî çi pêwistî bi vê erkdariyê heye? Di vê nuqteyê de, helwesta hikûmetê rê li ber fikar û gumanan vedike, ji dil bûyîna wê dibe mijara nîqaşan."
HELWESTA HIKÛMETÊ NE JI DIL E
Bûldan ragihand ku ji mehên biharê dema destpêkirina agirbestê û vir ve, helwesta hikûmetê ya heta niha nîşan daye ne ji dil e û baweriyê nade mirovan. Bûldan di vê mijarê de wiha peyivî: "Timî di pozîsyoneke mijûlkirinê de ye. Wezîfeya meclîsê ne derxistina erkdariya şer e, misogerkirina aştiyê ye. Eger îro ev parlament rola aştiyê naleyze, berpirsyarê sereke yê vê hikûmet û mejiyê wê ye. Mixabin, ev bi mehane hikûmet ji bo mayîndebûna agirbestê û pêkhatina çareseriyê, ti gav neavêtiye. Ji dil nêzî pêvajoya aştiyê nebûye. Çêkirina qereqolên nû, zêdekirina hejmara cerdevanan, bernedana dîlên siyasî yên li girtîgehan û gelek neyîniyên bi vî rengî, encama polîtîkaya neçareseriyê ya hikûmetê ye."
BILA ERKDARÎ WERE VEKIŞANDIN
Bûldan got, "Erkdariya operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê mînaka vê ya dawî ye. Divê hikûmet tavilê ji vê rêya şaş vegere û vê erkdariya şer a dibe sedema pevçûn, mirin û barîna rondikên çavan vekişîne, nêzîkatiya xwe ya ewlekariyê biterikîne. Pêwistiya Tirkiyê bi erkdariya operasyonê nîne, bi gavên demokratîkbûyîn û çareseriyê heye. Hikûmet, di şûna ku bi erkdariyan, bi polîtîkayên ewlekariyê re mijûl bibe, bila rê li ber muzakereyan veke. Birêz Ocalan nameyek ji vê hikûmetê re şand. Hikûmetê kengî bersivê bide vê nameyê? Birêz Ocalan da xuyakirin ku ew dixwaze pêvajoyê bi formateke nû bimeşîne û bang li hikûmetê kir. Gelo bersiva vê bangê, derxistina erkdariya operasyonê ya derveyî sînor e? Gelo hikûmetê, bi vê pakêta ku bersivê nade pêvajoyê û xwedî gavên demokratîkbûyînê nîne, pirsgirêkê çareser bike?"
NEBIN HEVPARÊN POLÎTÎKAYA NEÇARESERIYÊ
Bûldan da xuyakirin ku divê hikûmet tavilê ji vê şaşiyê vegere, cidiyeta pêvajoyê fêm bike û li gorî wê tevbigere. Bûldan got, "Em her tim li dijî vê erkdariya destwerdanê û nêzîkatiya sivik û giran a hikûmetê ya li pêşberî pêvajoyê, mûxalefeta xwe ya demokratîk dewam bikin. Ji bo hikûmetê bikşînin xeteke demokratîk a ji bo çareseriyê, emê têkoşîna xwe ya polîtîk bilind bikin. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî weke Partiya Aştî û Demokasiyê emê li dijî erkdariya şer derkevin, mûxalefeta xwe ya di vî warî de dewam bikin û eger erkdariyê têxin rojeva Civata Giştî emê dengê "Na" bikar bînin." Bûldan banga "erkdariya şer erê neke û nebe hevparê polîtîkayên neçareseriyê" li parlamentê kir.