Buldan: Dîrokek tê nivîsîn
Buldan: Dîrokek tê nivîsîn
Buldan: Dîrokek tê nivîsîn
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li navçeya Tetwan a Bedlîsê mîtîngek pêk hat. Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan axivî û balkişand ser hevdîtin bi Ocalan re pêk hatine.
Di mîtînga ku nêzî 500 jinî tevlî bibûn de, Buldan bang li jinan kir û diyar kir ku, hinek alî dixwazin vê pêvajoyê bixetimînin û diyar kir ku, divê jina Kurd di vê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Buldan destnîşan kir ku, di erefeya pêvajoya aştiyê de ne lê ji bo ku pêvajoya muzakereyê biguhere pêvajoya aştiyê divê piştgiriyeke mezin bê dayîn û got: “Li dijî hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin divê sekneke bi biryar û zelal bê nîşandan.
Buldan anî ziman ku, di van hevdîtinan de divê bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tevbigerin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan dema hîmê aştiyeke bi rumet davêje, dizane ku gelê Kurd bi mirina xwe li pişt vê ye. Bila gumana tu kesî tunebe ku AKP’ê ji bo hilbijartinê hesaban dike. Ger birêz Ocalan li ser vê maseyê runiştibe kes nekare hêviyan binpê bike. Kes nekare vî gelî bi xapîne. Birêz Ocalan ev 14 sala li Îmraliyê bo aştiyê hewl dide. Ev sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya Birêz ocalan.”
Buldan got ne tenê BDP û Kurd divê hemû kes piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji bo rawestandina xwînê divê MHP, CHP û 75 milyon kes peywira xwe bîne cih.
Buldan dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dîrok tê nivîsin. Ev dîrok dê kesên li gel şer û xwîn rijandinê ne nelet bike. Şer êşên mezin dide kişandin. Şer bidome dê ciwanên me bikevin bin axê. Ji ber vê ez bang li CHP û MHP’ê dikim”