Bûldan: Divê heta hilbijartinê 'çavê sêyemîn' bicih were anîn

Bûldan: Divê heta hilbijartinê 'çavê sêyemîn' bicih were anîn

"Pêvajoya çareseriyê" ku di pirsgirêka Kurd de demeke nû îfade dike, salek li dû xwe hişt. Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku bi gotina "emê terorê biqedînin" "çareserî" nabe û li gel ziman û uslûbê pêwistî bi nêzîkatiyeke wicdanî jÎ heye. Bûldan got, "AKP'ê xwest pêvajoyê bi komîsyonên yekalî ve bimeşîne. Lê belê ev bê fonksiyon man. Ji ber vê yekê mîna ku Birêz Ocalan jî bi girîngî li ser radiweste, pêwistî bi komîsyoneke nû bi 'çavekî sêyemîn' heye. Eger ev yek beriya hilbijartinê bikeve meriyetê dê piştî Adarê pêşî li pêvajoyê vebe. Her wiha divê muzakere û hevdîtinên bi Birêz Ocalan û KCK'ê re jî li ser bingeheke qanûnî bên rûniştandin."

Di sala 2013'an de destpêkirina pêvajoyeke nû ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de, bû pêvajoya ku rojeva siyasî ya salê diyar kir. Pêvajoya ku bi daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a digot "Bila çek bêdeng bibin nêrîn biaxivin" û hin peyamên rayedarên dewletê destpê kir, di 21'ê Adarê de li Newroza Amedê bi deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fermî hat destpêkirin.

Di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de KCK'ê bersiveke erênî da banga Ocalan û hêzên gerîla vekişand derveyî sînor. Lê belê hikûmeta AKP'ê ya ku ji bo vekişînê bingeheke qanûnî dananî û li parlamentê fermî nekir, xwest nîqaşa li ser hejmara gerîlayên vekişiyane derxîne pêş. Piştî vê, ji ber hin polemîkên siyasî û neavêtina gavên berçav, pêvajo di qonaxa yekemîn de di rewşeke gelekî xetere de meşiya.

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ku di hevdîtinên li Girava Îmraliyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re amade ye, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd a salek li dû xwe hişt, ji me re nirxand.

Bûldan kar û barên di nava salekê de hatine kirin û bal kişand ser Komîsyona Mirovên Aqilmend. Bûldan diyar kir ku Komîsyona Mirovên Aqilmend ji armanca xwe cudatir ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî yekalî hat avakirin û got, "Rola vê komîsyonê diviyabû heta pêvajoya normalbûyînê dewam bikira. Lê belê karê komîsyonê di nava 2 mehan de hat qedandin. Lewma vê komîsyonê rola jê re hat dayîn, bicih neanî."

Bûldan ragihand ku Komîsyona Mirovên Aqilmend bê fonksiyon maye û destnîşan kir ku pêwistî bi desteyeke nû ya şopandinê heye û anî ziman ku ev yek divê ji derve ve bê avakirin.

Bûldan di vê mijarê de got, "Li derve, bi hezaran akademîsyen, nivîskar û mirovên aştîxwaz û dixwazin vî karî bikin hene. Pêwistî bi heyeke nû ya ji van mirovan pêk were heye. Di hevdîtinên dawî de jî Birêz Ocalan bi taybetî destnîşan kir ku pêwîste heyetek an jî desteyeke şopandinê ya "çavê sêyemîn" were avakirin. Bi dîtina me, eger desteyeke bi vî rengî were avakirin, wê gelekî feydê bide rêveçûna pêvajoyê. Me daxwazên xwe yên di vî warî de hem ji hikûmetê re anîn ziman hem jî li her platformên em lê amade bûn, bilêvkirin.

Bûldan da zanîn ku di nava heyeta çavdêriya sêyemîn de divê mirovekî-e biyanî jî cih bigire û got, "Di heyeta ji 8 kesan de pêwîste biyaniyek jî hebe. Em ji heyetên ji Ewropayê tên re jî vê dibêjin. Pêwistî bi alîkariya Ewropa û welatên biyanî heye. Eger ew jî di vî warî de alîkariyê bidin, bi dîtina me wê pêvajoya baş bimeşe."

'CHP NE JI DIL E Û ALÎGIRÊ NEÇARESERIYÊ YE'

Bûldan bal kişand ser helwesta CHP'ê ya li pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku CHP ji destpêkê ve hewl da bi feraseta xwe ya yekperest û faşîst pirsgirêkê çareser bike.

Bûldan diyar kir ku nêzîkatî û hewldanên CHP'ê ji dil nînin û got, "CHP Alîgirê neçareseriyê ye. Di pêvajoyên şer de eger CHP karibûya proje ava bikira û bi mûxatabên wê re rûnişta, siyaset bikira, hingî dikarîbû serketî bibûya. Ji ber ku dema tu li hemberî aliyê mexdûr helwestekê nîşan bide, tu çiqasî projeyan çê bike jî dê kes pê bawer nebe. Lewma CHP di demên nêzî hilbijartinan de ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyan dixe rojevê. Bi amadekirina manîfesto û danezana re xwe re hewl dide nîşan bide "vaye ez jî di nava hewldanên çareseriyê de me", lê kes ji vê bawer nake.

'PÊWÎSTE HEVDÎTIN LI SER BINGEHA QANÛNÎ BÊ RÛNIŞTANDIN'

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, girîngiya bingeha hiqûqî destnîşan kir û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Dema pêvajoya aştiyê yan jî muzakereyan destpê kirin, bê hiqûqiyek li holê hebû. Diviyabû hevdîtinên bi Birêz Ocalan û bi Qendîlê re li ser bingeheke qanûnî bihata rûniştandin. Ev bingeha qanûnî beşek ji wê diviyabû di destûra bingehîn de bi sererastkirinan bihata kirin. Beşek ji wê jî bi qanûnên li parlamentê re dikarî bihata avakirin. Di xebatên destûra bingehîn de weke BDP ji bo mase belav nebe, komîsyona lihevkirinê belav nebe, me gelekî li ber xwe dan. Ji bo çareseriya pirsgirêkan em girîngiya destûra bingehîn destnîşan dikin. 

Ji bo pêvajo bi selametî bimeşe, pêwistî bi guhertinên qanûnî û destûra bingehîn heye. Divê destûra bingehîn tavilê bê derxistin. Pêwistî bi destûreke bingehîn a nû ya serbixwe heye. Divê madeyên der heqê çareseriyê de teqez hebin. Hewceye di mijarên zimanê dayikê, nasname û xweseriyê de ji nû ve guhertin bên kirin. Qanûnên ji meclîsê werin derxistin jî dikarin feydê li vê bikin. Di destpê de jî pêwîste TMK bê rakirin û TCK bê guhertin. Ev yek wê pêvajoyê hêsa bike. Bêyî li demê were belavkirin, divê ev werin kirin."

'PÊWÎSTE AKP HURMETÊ NÎŞANÎ BERDÊLÊN KURDAN BIDE'

Bûldan di rêveçûna pêvajoyê de bal kişand ser girîngiya ziman û uslûbê û destnîşan kir ku pêwistî bi ziman û siyaseteke paqij heye. 

Bûldan got, "Yên ku bi rastî çareseriyê dixwazin, neçarin ne bi ziman û uslûbê, bi exlaq û wicdan nêz bibin. Em behsa pirsgirêkek sed salan dikin. Dema em li paşeroja vê pirsgirêkê vedigerin, tê dîtin ku bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran gund hatine şewitandin û valakirin, bi hezaran mirov li binê zîndanan hatine rizandin. Gelê Kurd berdêlên giran da. Ji bo hurmetdayîna vê be jî divê hikûmet û dewlet li zimanê xwe baldar be. Em dixwazin heta dawiyê nêzîkatiyeke bi hesas were nîşandan."

'PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BI VÎ RENGÎ NAMEŞE'

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku her çend pêvajoya aştiyê destpê kiriye jî AKP'ê xwe di warê mejî û siyasetê de neguhertiye û destnîşan kir AKP û dewlet yên her gavê ne. 

Bûldan bibîr xist ku heta pêvajoya hilbijartinê li holê agirbestek heye û anî ziman ku li gorî bangên hatine kirin, daxuyaniyên ji aliyê KCK'ê ve hatine dayîn, diyare ku pêvajoya heta hilbijartinê wê pêvajoya çavdêriyê be.

'HILBIJARTIN WÊ JI BO KURDAN REFERANDÛM BE

Bûldan got, "Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re min ev bi awayekî zelal dît. Ji bo pêvajo qut nebe bi girîngî tevdigere, lê heman nêzîkatî li aliyê hikûmeta AKP'ê nayê dîtin. Dibe ku heta hilbijartinê mijûl bikin, lê belê piştî hilbijartinê wiha nameşe. Bi dîtina me pêvajo girîng e. Ji bo her du aliyan girîng e. Ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê girîng e. Kurd wê di van hilbijartinan de bi tenê bi deng û hejmara şaredariyên bi destxistine re sînorkirî nemînin. Di heman demê de wê nêzîkatiya xwe ya li pêvajoya aştiyê jî nîşan bidin."

Bûldan diyar kir ku hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an ji bo Kurdan di asta referandûmê de ye û destnîşan kir ku Kurd wê hebûna xwe îspat bikin. 

DIVÊ DAWÎ LI COTSTANDARTIYÊ BÊ ANÎN

Bûldan komkujiya li Geverê, ku di encama êrîşa polîsan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û diyar kir ku li gel bangên wan ên ji bo ronîkirina komkujiyê wan xwestine Waliyê Colemêrgê û Qeymeqamê Geverê ji wezîfeyê werin girtin. 

Bûldan got, "Lê belê bi ti awayî dest nedan van. Lê îro dema çend wezîr û kurên wan dibin mijara gotinê, mudurên emniyetê ji wezîfeyê tên girtin. Diyare li vir cotstandartiyek heye. Ev yek bandoreke neyînî li pêvajoy aştiyê dike. Li Kurdistanê hiqûqeke cuda, li rojava hiqûqeke cuda, bi kêrî ti kesî nayê. Ji ber vê yekê me di destpêkê de xwestin Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin û Tirkiyê bi vî rengî bi paşeroja xwe re rûbirû bimîne. Divê dawî li vê cotstandartiyê bê anîn.

Bûlan ji bo rêveçûna pêvajoyê her wiha bal kişand ser girîngiya çûyîna heyetên nû ji bo Girava Îmraliyê.