Bûrhan Xelyun îstîfa dike

Bûrhan Xelyun îstîfa dike

Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriye (KNS) ya bi piştgiriya Tirkiye, Qeter û welatên Rojavayî hatiye avakirin, Bûrhan Xeliyunra ragihand ku ew ê îstîfa bike. Hate zanîn ku sedema îstîfaya Xelyun rexne û veqetînên ji nava konseyê ne.

Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) di sala 2011 de bi armanca hemû hêzên muxalîf ên Sûriyeyê di bin banekê de kom bike, bi hevkariya Tirkiye, Qeter û welatên Rojavayî hat avakirin. Lê beşek mezin muxalîfa hindurîn a Sûriyeyê di nava vê konseyê de cih nagire. Dîsa, Kurdên ku li Sûriyeyê xwedî hêza dînamîk e, di vê konseyê de cih nagire.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Xelyun da diyarkirin ku ew ne alîgirê tu alîyan e û ragihand ku kengî serokek nû were hilbijartin, ew ê dest ji kar bikişîne.

Bûrhan Xelyun ê nêzîkî Birayên Misilman e di sala 1945’ê de li Humsê ji dayîk bûye. Xelyun Rêvebertiya Navenda Lêkolînên Rojhilata Nûjen a Zanîngeha Sorbon a li paytexta Franse Parîsê kiriye. Di 29’ê tebaxa 2011 de bûye serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê.

Di dema avakirina vê konseyê de hin aliyên Kurdan di nava konseyê de cih girtin, lê ji ber nasnekirina Kurdan û zextên Tirkiyeyê, Kurdan dest ji vê konseyê berdan.

Li Sûriyeyê Kurd daxwaza statuyekê ji bo Rojavayê Kurdistnaê dikin. Lê Serokê Konseyê Bûrhan Xelyûn ji mêj ve helwesta xwe ya li hemberî Kurdan aşkere kiribû û gotibû ku “Tiştek bi navê Kurdistana Sûriye tune” û ew nas nakin. Her wiha Xelyun gotibû; “Bila Kurd dest ji xeyalên xweserî û federalî yên li Sûriyeyê berdin.”