Buroya Hiqûqê ya Bindestan: Em diçin ser sînor
Buroya Hiqûqê ya Bindestan: Em diçin ser sînor
Buroya Hiqûqê ya Bindestan: Em diçin ser sînor
Buroya Hiqûqê ya Bindestan da xuyakirin ku ji bo parastina Kobanê diçin ser sînor û got, "Em bang li her kesî dikin ku sînorên di dil û mejiyê xwe de ji holê rakin, berê xwe bidin ser sînor û şoreşa Rojava biparêzin."
Buroya Hiqûqê ya Bindestan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo parastina Kobanê ew diçin ser sînor.
Buroyê diyar kir ku berxwedana Kobanê "berxwedana mirovahiyê" ye û got, "Ev yek berxwedaan rûmet û dildariya azadiyê ye. Yên li pêşberî komkujiya li Şengalê bêdeng man, li pêşberî bûyerên li Kobanê diqewimin jî bêdengiyê tercîh dikin. Mirovahî dimire, cîhan bêdeng e! Em bêdeng namînin."
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Bindestan wiha ye:
"Em dizanin; di roja îro de parastina Kobanê parastina pêşeroja me ye. Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye. Parastina Kobanê, li dijî êrîşkariya emperyalîst, barbariya faşîst û tarîtiya çetetiyê parastina şoreşê ye.
Weke gelên herêmê yên xwedî heman çarenûsê, em ê şoreşa Rojava/şoreşa xwe biparêz in û bi hev re bi ser bikevin!
Weke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi têgihiştina ku parastina şoreşa Rojava wezîfeya herî girîng a roja îro ye, ji bo destekkirina têkoşîna gelê Kobanê li ser banga HDP'ê, em ê cihê xwe di nava heyeta îro ji Stenbolê dikeve serê û diçe ser sînor, bigirin. Li her cihê têkoşîna bindestan lê heye; çawa ku me li kolanan, li qereqolan, li girtîgehan, li edliyeyan, li Gezî, li Soma, li Roboskî cihê xwe girtin, îro jî em ê li cem gelê Kobanê yê li ber xwe didin, bin.
Em bang li hempîşeyên xwe yên hiqûqnas, yên her tim bi rûmet û fedekariyeke mezin kolan parastine, yên xwedî îdîaya 'parêzvaniya kolanan' e, zarokên xwende yên gel dikin ku tevlî vê berxwedanê bibin. Em bang dikin ku hemû sînorên di dil û mejiyê xwe de ji holê rakin û xwedî li şoreşa Rojava ya ku li nava Rojhilata Navîn mîna kulîlkekê vebûye, derkevin."