Bûyerên windabûna mirovan didomin
Bûyerên windabûna mirovan didomin
Bûyerên windabûna mirovan didomin
Welatiyê Kurd Behcet Seydo ji beriya 9 mehan dema ji Helebê diçû bajarê Ladiqiyê, ji wê demê ve windaye.
Welatiyê Kurd Behcet Seydo di şîrketa Êkspirêks de ajokarî dikir, di 30'ê Hezîrana 2012'an de bi wesayîta şirketê ji Helebê diçû Ladiqiyê, piştî ku Seydo bi wesayîtê derket ser rêya di navber Erîha û Seraqib de, hemû têkilî pê re qutbûn û ji wê demê ve Seydo windaye.
Malbata Seydo diyar kir ku, tevî hemû hewldanan jî tu agahî li ser Seydo bi dest nexistine.