Çalagerên muxalîfên Pûtîn li kampa xebatê ne

Çalagerên muxalîfên Pûtîn li kampa xebatê ne

Hat diyarkirin ku du endamên koma bi navê Pussy Riot ên ku li Rûsyayê bi 2 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin, dişînin kampa xebatê ya li Çiyayê Ûralê.

Du endamên Pussy Riot, ji ber protestoya di dêrekê de li hemberî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pêk anîn, bi du sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. Hate diyarkirin ku her du endaman dişînin kampên xebatê.

Parêzera parastinê Violetta Volkova diyar kir ku Nadya Tolokonikova dişînin kampa li Çiyayê Ûran a li herêma Mordovyayê û Maria Alyokhina jî dişînin herêma Permê.

Di hesabê komê yê Twitterê de daxuyaniyek hate dayin û hat gotin; “Endamên koma me ji hemû vebijarkan şandine cihê herî zalim.”