Çalakiya ciwanan ya Peşabûrê encam girt

Çalakiya ciwanan ya Peşabûrê encam girt

Delegasyonên ciwanan ku ji bo biçin Rojavayê Kurdistanê li Rimêlanê tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku îro dê pêk bê bibin ji duh ve li ber deriyê sînor  Peşabûrê ne û destûr nedihat dayîn derbaz bibin, krîz hate çareser kirin.

Delegasyonên rêxistinên ciwanan ku ji bo biçin Rojavayê Kurdistanê li Rimêlanê tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd bibin li ber deriyê sînor yê Peşabûrê dihatin asteng kirin. Piştî ku ciwanan li ber deriyê sînor agir pêxistin û heya sibehê man wêdere, her wiha ji bo çûnê bi israrbûn, nûnerên partiyên siyasî ketin dewrê û krîz çareser kirin. Niha karûbarên fermî yên delegasyonên konferansê têkirin, çav lê ye ku dema karûbarên fermî xilas bûn dê bi keştiyan derbazî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Weke din jî piştî ku hate bihîstin delegasyonên rêxistinên ciwanan yên ji Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine û li ber deriyê sînor hatine asteng kirin bi sedan ciwanên Rojavayî aliyê din yê deriyê sînor yê Peşabûrê li bendê ne. Her wiha hate ragihandin ku, bibihîstina astengkirina delegasyonên konferansê re bi hezaran ciwan ber bi deriyê sînor Peşabûrê ve dest bi meşê kirine.