Çalakiya HDP'yiyan a li Cenevreyê dewam dike

Çalakiya HDP'yiyan a li Cenevreyê dewam dike

Greva birçîbûnê ya wekîlên HDP'ê Selma Irmak, Sebahat Tûncel, Kemal Aktaş û parlamentera berê ya PE û endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca dewam dike. Wekîlên çalakger di heman demê de hevdîtinan jî dikin.

Wekîlên HDP'ê Selma Irmak, Sebahat Tûncel, Kemal Aktaş û parlamentera berê ya PE û endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca yên ji bo balê bikşînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) li binê konê çalakiyê ketine greva birçîbûnê, di roja duyemîn de bi Sefîrê Rûsyayê yê li Cenevreyê re hin hevdîtin kirin.

Çalakiya parlamenteran rastî destekeke mezin a Kurdistaniyan hat. Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan a Swîsreyê, Ji nû ve rizgariya Sosyalîst (SKP), Komeleyên Çanda Elewiyan ên Cenevre û Lozanê, IGIF û nûnerên Meclîsa Sirgûnên Ewropayê parlamenter ziyaret kirin. Her wiha ji saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî Yekîtiya Hiqûqnasên Ereb, Weqfa Piştevaniya Sûriyeyiyan, Komîteya Piştevaniya Filistînê (CUP) nûnerên komeleyên Albama, Şîlî, Bolîvya yên Amerîka Latîn û rojnamevan nivîskar Michel Collin destek dan çalakiyê.

Nivîskar rojnamevan Michel Collin di serdanê de diyar kir ku DAIŞ ji aliyê hêzên cîhanê birêve dibin ve bi zanebûn hatiye afirandin û destnîşan kir ku hin kes dixwazin di şexsê DAIŞ'ê de li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê kaosekê derxînin û cîhanê li gorî dilê xwe bi rêk û pêk bikin.

Nûnerên Yekîtiya Hiqûqnasên Ereb û Weqfa Piştevaniya Sûriyeyiyan jî di kurte-axaftinên xwe de diyarkirin ku di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de ew ê her tim li cem gelê Kurd bin.

HEVDÎTINA LI SEFARETXANEYA RÛSYAYÊ

Li gel serdanên piştgirîdayînê, li ser navê wekîlên HDP'ê Selma Irmak, Sebahat Tûncel û ji nûnerên PYD'ê yê Ewropayê Rûhat Kobanê li Cenevreyê bi nûnerên Sefaretxaneya Rûsyayê re hevdîtin kirin. Di vê serdanê de ji ber rewşa lezgîn a li Kobanê dan xuyakirni ku divê hemû hêzên navneteweyî roleke aktîf bilîzin û nûneran jî anîn ziman ku dosyayeke wan a der heqê vê de heye. Di hevdîtinê de li ser navê PYD'ê Kobanê mafê axaftinê girt û ragihand ku li Rojhilata Navîn hêza yekane ya yekser li hemberî DAIŞ'ê şer dike ew in û bang li Rûsyayê kir ku destekê bide Rojava. Di encama hevdîtinê de nûnerên Sefaretxaneyê dan xuyakirin ku ji ber lezgîniya rewşê ew ê dosyaya amade kirine ji Rûsyayê re ragihînin.

PARLAMENTA SWÎSREYÊ WEKÎLÊN HDP'YÎ VEXWEND

Nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî bi parlamenterên Parlamenta Swîsreyê re hevdîtinek kirin û rewşa li Kobanê ragihandin. Di encama vê hevdîtinê de parlamenterên Swîsreyî xwestin wekîlên HDP'yî yên di greva birçîbûnê de ne li parlamenta Swîsreyê bikin mêvan. Tê payîn ku wekîlên HDP'yî di rojên pêş de li parlamenta Swîsreyê dengê Rojava bidin bihîstin.

Her wiha ji daxwaza wekîlên HDP'yî ya hevdîtina bi rayedarên NY hînê bersivek zelal nehatiye. Wekîlan destnîşan kirin ku heta encam jê bê ew ê çalakiya greva birçîbûnê dewam bikin.

Di vê navberê de Navendên Civaka Kurd li Swîsreyê amadekariyan dike ku ji bo destekkirina çalakiya greva birçîbûnê di 24'ê Îlonê de li ber navenda NY mîtîngekê lidar bixin. Hanîfî Hoca li ser navê Navendan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku hem ji bo destekkirina wekîlan hem jî bal kişandin ser rewşa li Kobanê, di 24'ê Îlonê de li ber navenda Neteweyên Yekbûyî bin.