Çalakiya ji bo Rojava di roja sêyemîn de bi dawî bû
Çalakiya ji bo Rojava di roja sêyemîn de bi dawî bû
Çalakiya ji bo Rojava di roja sêyemîn de bi dawî bû
Bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û saziyên civakî de ji bo piştgiriya Rojava li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê çalakiya nobetê ya 3 rojan hat destpêkirin û çalakî bi dawî bû. Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan da zanîn ku çalakî gihîştiye armanca xwe û nêzîkatiya AKP'ê ya ji bo çareseriyê Serêkaniyê careke din derketiye holê.
Ji bo komkujiyên ku li Rojava li hember sivîlan pêk tên şermezar bikin li gelek bajarên herêmê û metropolan ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê meş hat destpêkirin. Di demjimêrên sibê de gelek welatî li Parka 3 Fîdan hatin ligel hev, govend gerandin, slogan avêtin. Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan li Parka 3 Fîdan daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku çi dibe bila bibe dê piştiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin û wiha got: "Perçeya ku herî zêde piştgiriyê dide têkoşîna rizgariya Kurdistanê. Piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava beriya her tiştî peywireke mirovahî ye."
Aydogan bertek nîşanî astengkirina meşê da û wiha got: "AKP ewlehiyê wekî hincet nîşan dide û astengkirina meşê nêzîkatiya AKP'ê ya ji bo aştiyê nîşan dide." Aydogan da zanîn ku, gel li hember hemû astengiyan li Serêkaniyê 3 rojan nobet girt û wiha axivî: "3 roj in li vir îşkence û zilmê li gel dikin. Êşkenceyên ku di dema 12'e îlonê de nehatin kirin, li vir pêk hatin. Polîsan wekî pêkanînên 12'ê îlonê li vir êrîşî gel kirin. Ev hemû bi fermanan pêkhatin. Hûnê fermanê bidin, zilma ku li gelê Kurd bê kirin rewa bibînin û piştre behsa çareseriya demokratîk û aştiyê bikin. Wisa nabe. Em careke din li vir wan hişyar dikin. Pêvajoya aştiya demokratîk pêvajoyeke cidî ye. Birêz Ocalan cidî nêzîkî vê pêvajoyê dibe. Ger muhatabê we cidî be hûnê jî cidî bin."
Piştî daxuyaniyê govend hatin girtin û welatiyên ku ji bajarên cuda hatibûn Serêkaniyê ber bi bajarên xwe rê ketin. Her wiha komên ku li Dîlok, Mersîn, Edeneyê li Wêranşarê hatin rawestandin û piştî çalakiya rûniştinê paşve vegeriyan bajarên xwe.