Çalakiya Konê Çareseriyê didome
Çalakiya Konê Çareseriyê didome
Çalakiya Konê Çareseriyê didome
Konê Çareseriyê ê Evîn Gewda ku ji bo şopandina meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê li Zozanên Tako yê di navbera sêgoşeya Colemêrg û navçeya Şax û Payîzava ya Wanê de hatibû vedan, rastî eleqeyek mezin ya gel tê.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve ji bo şopandina meşa demokratîk ya gêrîlayên HPG'ê li Zozana Tako yê ku di navbera sêgoşeya Colemêrg û navçeya Şax û Payîzava Wanê ya binavê 'Konê Çareseriyê ya Evîn Gewda' hatibû vekirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Li qada ku kon hatiye vedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) hatine daliqandin û her wiha li ser girên bilind jî ji aliyê welatiyan ve 'Apo' û 'PKK' hatiye nivîsîn.
Nobeta ku bi dorvegere duh nobetê aktivîstên Dayikên Aştiyê û BDP'a Erdîşê wergirt. Dayikên ku nobeta konê digirin diyar kirin ku, li Rojavayê Kurdistanê tiştên ku li ser gelê Kurd tên meşandin qirkirine û da zanîn ku, kesên li hemberî vê bêdeng jî dimîne ew jî alîkarên vê qirkirinê ne.