Çalakiya Kurdan a herî dem dirêj dê bi YEK-KOM’ê re bidome
Çalakiya Kurdan a herî dem dirêj dê bi YEK-KOM’ê re bidome
Çalakiya Kurdan a herî dem dirêj dê bi YEK-KOM’ê re bidome
Nobeta ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, bê navber didome. Nobeta ku ji aliyê Kurdistaniyan ve 77 hefte ne tê meşandin, nobeta Kurdan a li Ewrûpayê a herî dirêje û heta niha tenê li Strasboûrgê gihaye bi sedhezaran Ewropiyan.
Nobeta ku ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ve li ber avahiya Konsaya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê ji aliyê Kurdistaniyan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirn bi rexmê rewşa hewaya nebeş jî bê navber didome. Çalakiya ku îro dikeve roja 536’an ji roja yekşemê ve ji aliyê rêveberên Federesyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) ve tê berdewamkirin.
Nobeta ku her hefte ji aliyê komekê ve tê dewir girtin, ji aliyê çalakgeran ve pirtûkên bi zimanê Fransî, Almanî û Îngilîzî, biyografiya Ocalan a bi sernavê ‘Ocalan kî ye?’, pirkûka Ocalan a bi navê ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Li Kurdistanê Aştî û Şer’ tên belav kirin. Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî gelek îmze hatine komkirin û der darê pirsgirêka Kurd de belavok tên belavkirin.
Der barê koma nû de Endamê Desteya Rêveberiya YEK-KOM’ê Muslim Kurt agahî da ANF’ê û diyar kirin ku ji roja yekşemê heta Sêşemê çalakiyê bi 5 kesan dewam kir, ji wê rojê û pê de jî bi 3 kesan dom kir. Kurt destnîşan kir ku ji wê rojê ve gelek pirtûk û biyografiya Ocalan hatine belavkirin û gelek îmze jî hatine komkirin.
‘JI ÇALAKIYÊN DIN ÊN LI EWROPAYÊ HIN BI BANDORTIRE’
Muslim Kurt anî ziman ku wan li gel Ewropiyan diyalog jî çêkirine û got: “Hinek hebûn ku ji nû de Kurd naskirin û dema bihîstin mafên 40 mîlyon Kurdan tên binpêkirin, şaşgirtî man. Di çalakiyê de min fêm kir ku Nobeta ji Ocalan re Azadî û kampanyayê ji aliyê Kurdan ve tên meşandin ji çalakiyên din ên li Ewropayê bi bandortir e.
Kurt ragihandin ku bi çalakiya nobetê RE hem li Ewrûpayê hem ji aliyê saziyê wek Parlemana Ewropayê(pe), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve bi çavekî cuda lê tê temaşekirin û wiha berdewam kir: “Çalakî der dora salek û nîvê ye berdewam dike û li Ewropayê çalakiya herî dirêj a Kurdan e. Kurd ji wê rojê ve bi rexmê hewa sar-germ, berf, baran her roj li wê qadê ne. Raste dema ku mirov vê yekê dibîne ‘Ev yek pirsgirêkekî mirovî ya mezine û ji ber armancekî wan heye li virin.’”
Kurt xwest ku her kes li gorî têgeha Nobeta ji Ocalan re Azadî tevbigere û li saziyên Kurdan di cidiyeta çalakiyê de di nava hewildanê de bin.
LI EWROPAYÊ ÇALAKIYA HERÎ DEM DIRÊJ A KURDAN
Ji aliyê Kurdên diasporê ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ji 25’ Hezîrana sala 2012’an ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî çalakiya nobetê ya herî dirêj hatiye destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Ewropayê, Başûrê Amarîkayê û li Başûrê Kurdistanê bi milyonan îmze komkirîne û panêl hatin lidarxistin.