Çalakiya li ser sînorê Kobanê di roja 4. de ye

Çalakiya li ser sînorê Kobanê di roja 4. de ye

Çalakiya li gundê Etmanîk ê navçeya Riha Pirsûsê ya li ser sînor, ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê tê lidarxistin, di roja çaremîn de ye. Li qada kon a rastî êrîşê hat, girseya gel ber destê sibehê careke din lê civiya.

Bi hezaran kesên ku danê sibehê bi wesayîtan xwestin xwe bigihêjînin sînor, li ketina Alîgor a Pirsûsê hatin astengkirin. Yên wesayîtên wan hatin desteserkirin, bi meşê benda polîsan derbas kirin.

Astengiya polîs û leşkeran a li ber devê Pirsûsê dewam dike. Tevî astengiyan jî girseya gel ji rêyên alternatîf dixwaze xwe bigihîne sînorê Kobanê.

Li gundê Etmanîkê leşker û polîs li ser sînor tên civandin. Hejmarek zêde maşînên zirxî yên bi tîpên akrep, kîrpî û TOMA li ser xeta sînor hatine bicihkirin.