Çalakiya nobedê têgihiştina Ewropiyan diguherîne

Çalakiya nobedê têgihiştina Ewropiyan diguherîne

Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê dewam dike. Di çalakiyê de heta niha bi sed hezaran caran diyalog hatin kirin û der barê têkoşîna azadiyê ya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hatin dayîn.

Çalakiya nobedê ya sal û nîveke li Strasbourgê dewam dike, nêrîna Ewropiyan a li Kurd û têkoşîna Rêberê wan, diguherîne. Komîteyê da xuyakirin ku çalakiyê di heman demê de nîşan daye ku Ewropî mîna ku tê texmînkirin haya wan ji Kurd û Ocalan nîne û di vê mijarê de şaş hatine agahdarkirin.

Komîteya amadekar rexneyan dike ku çalakiya Nobeda Azadiyê ji bo Ocalan ji aliyê saziyên çapemeniyê yên Kurd ve bi têrkerî nayê dayîn û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku giraniyê bidin "dîplomasiya gel". Komîteyê destnîşan kir ku di çarçoveya dilsoziya bi Ocalan û têkoşînê re, divê hîn bêtir xwedî li kampanya azadiyê derkevin.

Endamê Komîteya Amadekar a çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewropayê Mûnzûr Emekçî, tevî endamên pratîk ên ezmûna 64 hefteyan, der barê kar û barên divê di dema pêş de werin kir jî agahî da.

‘DERFET ÇÊ BÛ KU XWE YEKSER XWE BIGHÎNIN SEDHEZARAN KESÎ’

Emekçî ragihand ku ji 25'ê Hezîranê û pê ve wan derfet dîtine ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, xwe bigihînin bi sed hezaran mirovan. Emekçî ragihand ku ji destpêka çalakiyê û vir ve 105 hezar belavokên bi naveroka çalakiyê hatine belav kirin û anî ziman ku bi ser navê "Ocalan kiye?" zêdeyî 20 hezar borşur hatine belavkirin û ji bo azadiya Ocalan di çalakiyê de nêzî 14 hezar îmze hatine berhevkirin.

Emekçî anî ziman ku ew 450 roj in çalakiyê pêk tînin û got, "Der barê pirsa; cudahiya navbera rewşa destpêkê û rewşa niha de? gelek tişt dikarin bên gotin. Destpêkê xebatkarên Parlamenta Ewropayê û Konseya Ewropayê bi sempatîk nêzî çalakiyê nedibûn. Her weha xuya dikir ku Walîtiya Strasbourgê û polîsên bajêr tengav bûn. Bi saya agahdarkirin û diyalogan, qebûl kirin ku Kurd mafdar in û Ocalan jî pirsgirêkên gelekî yê bê nasname û bê ziman hatiye hiştin, tîne ziman. Her wiha gelek derdor dibêjin ku Kurd wêrek û bi xwe bawer in. Yên vê dibêjin xebatkarên Konsey û Parlamenta Ewropayê bi xwe ne."

‘EWROPÎ KURDAN Û OCALAN BAŞ NAS NAKIN’

Emekçî ragihand ku ji destpêka çalakiya nobedê û vir ve beşdarên çalakiyê derfet dîtine ku yekser bi deh hezaran Ewropiyan re diyalogê deynin û diyar kir ku beşeke mezin a Ewropiyan ya Kurd û Ocalan şaş nas dikin an jî der heqê wan de xwedî agahiyan nînin. Emekçî got, Her çend dewletên Ewropayê Birêz Ocalan û Kurdan zanibin jî, beşeke mezin a civaka Ewropayê der barê mijarê de xwedî agahiyan nîne. Ji ber ku Kurd û têkoşîna wan bi tenê di bin sernavê 'pevçûn û terorîzm' de ji Ewropiyan re dan naskirin. Nizanin ku Kurd gelekî qedîm e, ji hemû mafên xwe yên însanî, çandî û nasnameyî bêpar mane û ji bo vê yekê têdikoşin. Der barê têkoşîna Birêz Ocalan, nêrînên wî yên ji bo mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn, şert û mercên ew lê tê ragirtin, xwedî agahiyên kêm in.

Û bêguman dema em behsa rewşa Kurdan û mercên dîlgirtinê yên Birêz Ocalan dikin, matmayî dimînin. Tiştekî bi vî rengî çawa çê dibe? Dipirsin mafê gelekî çawa dikare ewçend bê talankirin? Lewma em dikarin vê bêjin: Divê Kurd û têkoşîna lîderê wan ji Ewropiyan re baştir bê vegotin û Nobeda Azadî ji Ocalan re di vî warî de rolê dileyze."

‘DIVÊ KAMPANYA BI AWAYÊ DÎPLOMASIYA GEL LI HER QADÊ BELAV BIBE’

Emekçî bibîr xist ku mûxatabê têkoşîna huqûqî ya Kurdan a li qada navneteweyî dimeşîne Konseya Ewropa û saziyên din ên Ewropayê ye û got, "Eger em mafdariya hîn bêtir vebêjin, xebatên xwe di warî sazîbûn û di çarçoveya dîplomasiya gel de bimeşîn, emê bala Ewropiyan hîn bêtir bikşînin. Dewlet û saziyên Ewropayê di vê mijarê hîn bêtir, wê nikaribin ji nedîtî ve bên. Heta niha di çarçoveya agahdarkirina Tirkiyê û ji bo berjewendiyên her du aliyan, bi xemsarî nêzî Kurdan bûn. Di serî de komele û saziyên Fethullah Gulen heta niha li antî propaganda gelek komeleyên Tirk guhdarî kirin."

Mûnzûr Emekeçî diyar kir ku divê gelê Kurd li Ewropayê 'dîplomasiya gel' xurt bike û eger bir êxistinên civakî yên sivîl û burokrasiya li Ewropayê re têkilî û agahdarkirineke xurt bê kirin, dê ev rewş were guhertin û got, "Eger em bi vî rengî tevbigerin, hingî Ewropî siyaseteke ku ji bo gelên xwe qebûl nakin, nikarin demeke dirêj li ser me Kurdan ferz bikin. Wekî din, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan ji çalakiyên heta niha yên li Ewropayê cudatir e. Di warê sembolîk de li taxa ku saziyên Ewropayê yên Konsey, Parlament, Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê lê ne.

Divê nêzîkatiya 'çar kes diçe nobedê digirin' li vê çalakiyê neyê nîşandan. Ji bo em doza maffdar a Kurdan vebêjin di destê me de gelek materyal hene. Bêguman divê em vê berpirsyariyê bi tenê navê situyê çalakiya nobedê û li her devera Ewropayê belav bikin."

JI BO GELÊ KURD Û SAZIYÊN WAN ÊN LI EWROPAYÊ BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇALAKIYÊ

Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiyê bang li gelê Kurd û saziyên wan ên li Ewropayê kir ku hîn bêtir xwedî li Nobeda Azadî ji Ocalan re derkevin û ev bang kir: "Çalakiya nobedê yekser pêwendiya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan heye û em weke gelê Kurd azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Bêguman divê ev di pratîkê de jî bicih were anîn. Berpirsyariya gotina "Bi can bi xwîn em bi te re ne" hewldana ji bo azadiya Birêz Ocalan e. Divê em xwedî li Birez Ocalan û hemû girtiyên xwe yên siyasî derkevin."

Mûnzûr Emekçî anî ziman ku dema ew endamên çalakiyê ya li Strasbourgê dinirxîne, digihêje wê baweriyê ku eger ev çalakî li gelemperiya Ewropayê were belavkirin dê serketineke mezin a dîplomatîk bi dest bikeve.

Emekçî destnîşan kir ku ew weke komîteya amadekar li bendê ne ku gelê Kurd, sazî û çapemeniya Kurdan bi xurtî xwedî li çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Ocalan derkevin û piştgiriyeke mezin bidin têkoşîna li Kurdistanê.

REXNEYA LI SAZIYÊN ÇAPEMENÎ-WEŞANÊ YÊN KURD

Emekçî der barê nêzîkatiya saziyên çapemeniyê yên Kurd ên li çalakiya Nobedê ya azadî ji Ocalan re got, "Mixabin çapemeniya Kurd cihekî têrker nadin çalakiya nobedê. Bi çavê nûçeyeke rûtîn li çalakiyê dinêrin. Bi taybetî di çapemeniya nivîskî de ev rewş balê dikşîne. Bûyerên rojane yên li Kurdistanê çiqasî girîng bin, çalakiya nobedê jî ewçend girîng e. Lewma divê cihekî berfireh ji çalakiyê re bê rayîn."