Çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zêde dibin

Çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zêde dibin

Şaxên Egîtîm Sen'ê û Rêxistinên BDP'ê yên Sêrt, Îdir, Edene, Dêrsim, Amed, Qoser, Bîrecîk, Hewag û Pirsûs, bi daxwaza bila zimanê dayikê bibe zimanê perwerdehiyê û "Sonda me" bê rakirin, bi hezaran daxwazname dan midûriyetên perwerdehiyê yên navçe û bajaran. Her weha malbatan diyar kirin ku dê hefteya destpêkê zarokên xwe neşînin dibistanê. 

Şaxên Egîtîm Senê û rêxistinên BDP'ê bi boneya zimanê dayikê  bibe zimanê perwerdehiyê û zarok li dibistanan karibin bi zimanê dayikê perwerde bibin, li Edene, Dêrsim, Qoser, Pirsûs, Hewag, Hîlvan, Bîrecîk û Îdirê bi hezaran îmzeyên ji bo "Perwerdehiya zimanê dayikê" ku kom kiribûn, bi daxuyaniyên girseyî radestî midûriyetên perwerdehiyê yên bajar û navçeyan kirin. 

EDENE: Li Edeneyê girsê li ber Plaza Çakmak a kolana Çokmak a Seyhanê stanta îmzeyan vekir. Di çalakiyê de rêveberên Egîtîm Sen, ÎHD BDP, HDP, HDK, KURDÎ-DER û gelek kesên din amade bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Kamuran Karaca li vir daxuyanî da û xwest hikûmeta AKP'ê daxwazên gel li ber çavan bigire. Stanta îmzeyan dê heta dawiya hefteyê berdewam bike. 

DÊRSIM: Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Dêrsimê jî bi heman armancê li kolana Hunerê û Qada Seyit Riza stanta îmzeyan vekir. Di çalakiya stantê de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Rêveberên BDP'ê, ESP û EMEP û gelek kesên din amade bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Hasan Olgun, helwesta hikûmeta AKP'ê şermezar kir û xwest daxwazên gel ên ziman bên qebûlkirin. 

Îmzeyên ku bên komkirin dê di 16'ê Îlonê de bi girseyî bidin midûriyeta perwerdehiyê ya Dêrsimê. 

QOSER: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî, stanta KURDÎ-DER'ê ya ji bo "Sonda me bê rakirin" li pêş Navenda Piştgiriya Perwerdehiyê û Etutê ya Mehmet Yalçin hat vekirin ji aliyê xwendekaran ve rastî eleqeyek mezin hat. Mamosteyên Mala Piştgiriyê, zarok, kal û pîran jî eleqeyek mezin nîşan da. 

PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî Rêxistina BDP'e ya Pirsûsê bi heman armancê meşek girseyî pêk anî. Bi sedan kesên ku di navde rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şaredariyê jî hene li ber avahiya BDP'ê kom bûn û bi siloganên "Bê ziman nabe", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bijî serok Apo" heta Qada Komarê meşiyan. Girsê piştî meşê daxuyanî da û xwest daxwazên wan li ber çavan bên girtin. Girsê piştî daxuyaniyê di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn. 

HEWAG/HÎLWAN/BÎRECÎK 

Li navçeyên Hewagê, Hîlwan û Bîrecîkê yên Rihayê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. Di meşên ku li ber avahiyên BDP'ê dest pê kirin de pankartên "Zimanê me rûmeta me ye, xwedî derkevin" hat vekirin. Li Bîrecîkê daxwaznameyên hatin komkirin teslîmî midûriyeta perwerdehiyê hatin kirin. 

ÎDIR: Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Îdirê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes amade bûn.