Çalakvanên nobetê ber bi Rojavayê Kobanê ve dimeşin
Çalakvanên nobetê ber bi Rojavayê Kobanê ve dimeşin
Çalakvanên nobetê ber bi Rojavayê Kobanê ve dimeşin
Li Kobanê ji sê milan şer û pevçûnên dijwar didomin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên ku çalakiya nobedê didome jî topbaran pêk anîn. Li ser zêdebûna şer û pevçûnên li eniya Rojava ya Kobanê, çalakvanên nobedê ber bi wê xetê ve dimeşin.
Çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşî Kantona Kobanê kirin, bi top û guleyan gundên sînor ên Siwêdê ya Pirsûsê hedef girtin.
Li ser zêdebûna şerê li gundê Sîftek a Kobanê çeteyan gundên Mîrana û Siwêdê ya li hemberî qadê hedef girtin û hopên hewanê avêtin.
Çalakvanên ku li xeta sînor a 30 km’yî belav bûn ber bi rojavayê Kobanê ya şer û pevçûn lê zêde bûn meşiyan.