Can: Eger xwedî niyeteke baş in bila nîşan bidin
Can: Eger xwedî niyeteke baş in bila nîşan bidin
Can: Eger xwedî niyeteke baş in bila nîşan bidin
Çêkirina kalekolan, qetilkirina Medenî Yildirim, li ser sînor lêkirina dîwaran û herî dawî jî li Geverê qetilkirina Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve, dest ji gavavêtina ji bo pêvajoya çareseriyê berdin, daxwaza hikûmeta AKP'ê ya neçareserî û kûrkirina şer radixin pêş çavan. Serokê Weqfa 78'an û ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can komkujiya dawî ya li Geverê ji ANF'ê re nirxand û got, "Pêlîstina gora mirovekî, pêlîstina pîrozmendiya gelekî ye, pêlîstika pîrozmendiya gelekî, berxwedana wî gelî rewa dike." Can ragihand ku kes nikare li pêşberî êrîşeke wiha bêdeng bibîne û ev bang li hikûmetê kir; "Eger nayê xwestin ku pêvajo were provokekirin û der heqê pêvajoyê de niyeteke baş heye, nîşaneya vê jî aşkerakirina ew kesên gor xera kirine û 2 welatî qetil kirine."
Can da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê pêşniyar kiriye ku bingeheke qanûnî were danîn, alî û statuyên wan bên naskirin û desteyeke hakem a bê alî were ava kirin û ew vê yekê di cih de dibîne. Can destnîşan kir ku eger tê xwestin pêvajo bi selametî bimeşe, pêwîste tavilê ev pêşniyar bikevin meriyetê.
- Bûyerên li Geverê, ku polîsan du sivîl qetil kirin, divê çawa werin xwendin?
Hikûmeta AKP ji aliyekî ve dibêje em en alîgirên pevçûna çekdarî ne, em alîgirên pêvajoya aştî û çareseriyê ne, bûyerên li Geverê jî weke provokasyonê radigihîne. Li aliyê din lîderê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan jî vê weke provokasyonê bi nav dike. Hem hikûmet hem jî PKK xwedî meyla pevçûnê nînin. Pêvajoya aştî û çareseriyê diparêzin. Bi wî rengî xuya dike. Lê belê diyare ku hikûmeta aliyekî temsîl dike, nikare li ser polîs, leşker û burokrasiya xwe serdest be. Eger em gotina wan a digot, ya qewimiye ji aliyê wan ve nehatiye organîzekirin û provokasyone, hingî diyar dibe ku li nava dewletê hêzê nayê kontrolkirin heye û ev hêz hewl dide pêvajoyê provoke bike. Eger hikûmet jî bi awayekî zelal diyar dike ku hin hêz hene dixwazin pêvajoya çareseriyê provoke bike, hingî di destê hikûmetê de Îstîxbarata Millî heye, Îstîxbarata Emniyetê heye, polîs, leşker, dadgeh di bin kontrola hikûmetê de ne, wê demê bila yên ev bûyer kirine aşkera bike. Bila vê yekê jî weke parçeyek ji tasfiyekirina dijberên pêvajoya çareseriyê bibîne. Bûyereke bi heman rengî berî çend mehan li Licê rû da. Leşkeran gule li mirovên xwestin çêkirina qereqolê protesto bikin reşandin û di encamê de ciwanekî bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da. Lê belê ser bûyerê dîsa hat nixumandin, darizandinek derneket holê. Eger hewl tê dayîn pêvajo were provokekirin û der heqê pêvajoyê de niyeteke baş heye, hingî nîşandana vê bi aşkerakirina kiryarên bûyerê dibe.
PÊWÎST HIKÛMET TAVILÊ BÛYERÊ RONÎ BIKE
- Gelo rasthatineke ku ev qetilkirin li demeke di navbera cemaet û hikûmetê de pevçûn dijwar bû, rû da?
Di vê mijarê de ezê şîroveyê nekim. Lê bi dîtina min, yên ev provokasyon kirine ji vê nakokiyê sûd wergirtiye. Ji ber ku di rewşeke nakokiyeke bi vî rengî li holê heye de, hin hêz dibe ku xwestine ji vê nakokiyê sûdê werbigirin.
- Hûn dibêjin eger hikûmeta AKP ji dil be, hingî divê berpirsyarên provokasyona hatiye jiyîn derxîne holê. Hikûmetê ji bo ronîkirina komkujiya Roboskî ya beriya 2 salan qewimî, ti tişt nekir. Gelo bendewariyeke bi vî rengî ji hikûmetê rast e?
Bêguman ronînekirina komkujiya Roboskî, baweriyê bi hikûmetê nîne. Ji ber ku guman derdikeve holê ku hikûmeteke Roboskî dernexistiye holê yan jî bûyerên li Licê aşkera nekiriye, dê çawa bûyerên li Geverê aşkera bike. Lê belê ez naxwazin pêşhikman deynim, lewma dibêjim divê hikûmet tavilê vê bûyerê ronî bike. Eger hûn vê bûyerê aşkera nekin û nînin pêş dadgeriyê hingî mirovê bi samimiyeta we bawer nekin û baweriya bi we dê kêmtir bibe. Ev yek jî wê zerarê bide pêvajoya çareserî û aştiyê.
BERXWEDANA GELEKÎ LI DIJÎ PÊLÎSTINA PÎROZMENDIYÊN XWE, REWA YE!
- Xerakirina goran gelo ne sûc e?
Sûc e bêguman, sûcekî herî giran. Piştî ku mirove mir, bi gora wî nayê lîstin. Civaka Tirkiyê, axaftina li piştî mirî jî weke rewşeke şermê dibîne. Lê vana êrîşî gorên zarokên gelekî dikin, nahêlin di gorê de jî razên. Bi nirxên herî pîroz re dileyzin. Di vê rewşê de ji dijderketin û nerazîbûna gel zêdetir tiştekî xwezayî nîne. Yên li dijî vê nerazîbûnê nîşan didin, rastî guleyan tên û û tên qetilkirin. Ev bûyer ne nû ne, ev pêvajoyeke. Cenazeyên gerîla bi erdê re kaş kirin, cesed parçe kirin, guh jê kirin, bi serî bi gokê lîstin, di gorên komî de veşartin, her tişt kirin. Kurdan piştî têkoşîneke demdirêj qezencek bi dest xstin ku ji zarokên xwe re gorekê çê bikin. Lîstina bi gora mirovekî, pêlîstina bi pîrozmendiya gelekî ye û berxwedana gel a li dijî vê jî, rewa ye.
HIKÛMET XWEDÎ LI RAPORA MIROVÊN AQILMEND DERNEKET
Hûn di heman demê de di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de di nava mirovên aqilmend de we cih girtin. Hûn li gelek herêman geriyan û encamên ji vê derket holê, bi raporekê we pêşkêşî Serokwezîr Erdogan kirin. Weke heyeta mirovên aqilmend, gelo rapor û pêşniyarên we li ber çavan hatin girtin?
Ez vê bêjim, beriya her tiştî me wezîfeyên ketin ser milê xwe bicih anîn. Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de alî di navbera xwe de li hev kiribûn. Ji bo nêrîna gel were fêmkirin û bersiv ji pirsan re bê dayîn, heyeta mirovên aqilmend hatibû hilbijartin. Ez li herêma Anatoliya Navîn bûm. Li herêma Anatoliya Navîn em li zêdeyî 13 bajar, navçeyan geriyan, li navenda bajêr bi mirovan re me hevdîtin kirin. Ji xwe heyeta mirovên aqilmend bi giştî bi 60 hezar mirovan re hevdîtin kir û rapor amade kir. Eger raporên hatin dayîn li ber çavan bihata girtin, dê di mijara pirsgirêka Kurd de gavên girîng bihata avêtin. Serokwezîr dê ji van raporan kurteraporek derxistibûya û nexşeya rê jî li gorî vê xêz bikira. Lê mixabin Birêz Serokwezîr rapor li pêş çavan negirt û ji nedîtî ve hat. Hingî min hemû raporên mirovên aqilmend veguherand pirtûkekê û ji raya giştî re aşkera kir. Û bi vî rengî haya raya giştî ji raporên Serokwezîr li pêş çavan negirt, çê bû. Bi vê sînorkirî nemam, min ev rapor di heman demê de bir Qendîlê pêşkêşî Birêz Cemîl Bayik û Desteya Serokatiyê kir. Her wiha ji bo ji Birêz Ocalan re bişîne min kopyek ji van raporan da Birêz Bayik. Bi dîtina min di warê agahdarkirina aliyan û raya giştî de, min wezîfeya xwe bicih anî.
- Ev rapor li Qendîlê çawa hat pêşwazîkirin?
Cemîl Bayik rapor erênî dît û xwedî lê derket. Lê belê li bendê bû hikûmet jî di çarçoveya van raporan de gavan biavêje. Lê mîna ku min got, hikûmet ev rapor li ber çavan negirt, lewma em bi gelek provokasyonan re rû bi rû ne.
MIJAR PETROLA KURD E
- Li gel vê rewşê, gelo ew xwepêşandana Serokwezîr Erdogan a li Amedê bi Mesût Barzanî yê sînor li Rojava girtiye û helwesteke dijber nîşan dide, tê çi wateyê?
Xebateke li ser xeta lûleyê hebû ku petrola Kurd çawa û bibe ku derê. Ev lûleya petrolê dê beriya niha ji Duhokê di ser Lazkiye ya Sûriyê re li cîhanê vebûya. Lê belê şer ev xet ji holê rakir. Di meşandina şer de berjewendiyeke Tirkiyê derket holê, ku wê xeta lûleyê di ser Tirkiyê re derbas bike. Bi dîtina min Tirkiyê şert û mercên jiholê rakirina wê xetê amade kir û bi Barzanî re ket nava têkiliyê, şert û mercên ku petrola Kurd ji Duhê di nava Tirkiyê de ji ser Cehyanê li cîhanê belav bibe, vekir. Bêguman rejîma Malîkî mûxalîfê derbasbûna vê xeta petrolê di ser Tirkiyê re bû. Wan piştgirî didan Sûriyê û dixwestin di ser Sûriyê re ev xet derbas bibe. Lê di heman demê de li dij derdiket ku Mesût Barzanî bêyî hikûmeta navendî peymanan mor bike. Tirkiye tevî dijberiya Malîkî jî ev kir, Barzanî anî Tirkiyê şert û mercên peymanê mor kir û peyama xwedîderketina li Barzanî da Malîkî. Aliyê wê yê duyemîn jî; beriya hilbijartinên herêmî xwest peyama "Bi tenê tu nîne, di mijara Kurd de Barzanî jî heye" bide Birêz Ocalan. Bi vî rengî hewl da di pêvajoya muzakereyan de Ocalan hinekî dûr bixîne û şert û mercên xwe bide qebûlkirin. Di ser Barzanî re hesap kir ku dengên gelê Kurd bistîne.
BARZANÎ ÇARESERIYEK BÊ PKK DIXWAZE
- Gelo Mesût Barzanî, ji ber bi kêrî hikûmeta AKP'ê nehat konferansa neteweyî ya Kurd taloq kir?
Barzanî vê gavê bi PKK'ê re ne di nava tifaqekê de ye. Tevgera azadiya ya li Rojava û xweseriya li Rojava naparêze. Polîtîkayên Barzanî yên der heqê Rojhilata Navîn de, alîgirê AK Partî ye. Hewl dide bi AK Partî re siyasetekê bimeşîne. Di vê çarçoveyê de hat Amedê. Weke parçeyek ji AK Partî piştgiriyê dide hin komên li Rojava û hewl dide PYD'ê tengav bike. Her wiha ji ber bi AK Partî re di nava tifaqê de ye xeta lûleya petrolê di ser Tirkiyê re derbas dike û konferansa neteweyî betal kir. Barzanî dixwaze bêyî PKK'ê yekitiya Kurdan ava bike, dixwaze ev yekitî li dora wî pêk were û ji bo Kurdên li derdora xwe bicive jî hevkariya bi AK Partî re nîşan dide.
OCALAN DIXWAZE PÊVAJO DI ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ DE BIMEŞE
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî de xwest pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, alî û statu bên naskirin û desteya hakem a bê alî bê avakirin. Hûn van pêşniyaran çawa dinirxînin?
Birêz Ocalan nûnerê Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Birêz Tayyîp Erdogan jî nûnerê hikûmeta Tirkiyê ye. Ev du aliyên muzakereyê ne. Birêz Ocalan dixwaze pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, di warê qanûnî de jê re statuyek bê dayîn. Yanî naxwaze ku hikûmet kengî xwest hevdîtinê bike, kengî nexwest hevdîtinê neke, yan jî hevdîtinê bi tenê di ser rayedarên MÎT'ê re bimeşîne, bi tenê weke bûyereke ewlekariyê binirxîne, kengî nexwest maseyê hilweşîne. Dixwaza weke nûnerê herî girîng ê Tevgera Azadiyê ya Kurd weke mûxatabê qanûnî bê dîtin û hiqûqa vê bê afirandin. Ev yek daxuyaniyeke gelekî rast e û ji xwe divê bi vî rengî be. Nuqteyeke din ew e ku; di hevdîtinên her du aliyan de eger aliyek maseyê hilweşîne, eger aliyek şaşitiyê bike, hin kêmasiyan bike, dixwaze desteyek hakem a bê alî bikeve navberê. Ev pêşniyarên Birêz Ocalan di cih dene û ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîste tavilê bicih werin anîn. Em ji destpêkê ve vê diparêzin. Dema gerîla dest bi vekişînê kir, dema bi Birêz Ocalan re muzakereyan destpê kir, dema heyeta mirovên aqilmend ava bû, diviyabû bingeha qanûnî bihata danîn.