Cangoriyên Serêkaniyê ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
Cangoriyên Serêkaniyê ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
Cangoriyên Serêkaniyê ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Qido û Şêhrîvan Qarî, Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdureûf Temo, endamên Heyva Sor a Kurd Silêman Cemîl û Xebat Fermî û welatiyê êzidî Murad Sedo Biro ku di encama êrîşên komên çekdar ên li dijî Serêkaniyê jiyana xwe jidest dan, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Qido û Şêhrîvan Qarî, Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdureûf Temo, endamên Heyva Sor a Kurd Silêman Cemîl û Xebat Fermî û welatiyê êzidî Murad Sedo Biro îro saet di 16.00’an de ji aliyê hezaran kesan ve ji avaniya Saziya Malbatên Şehîda a Dirbêsiyê hatin wergirtin.
Beriya ku cenaze ji bo definkirinê bêne oxirkirni, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Rêvaber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Şawîş axivî û bal kişand ser berxwedana gelê kurd û şervanên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çete.
Di merasîmê de li ser navê malbatên şervanên YPG’ê Mihemed Qido û Şîrvan Şêhrîvan Qarî, Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdureûf Temo, endamên Heyva Sor a Kurd Silêman Cemîl û Xebat Fermî û welatiyê sivîl Murad Sedo Biro jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hate dayîn.
Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê jî di merasîmê de axivî û da zanîn ku pêwîstiya gelê kurd bi yekîtiyê heye. Li ser navê Heyva Sor a Kurd Dr. Ciwan Mistefa jî êrîşên komên çete ên li dijî ambulansa Heyva Sor a Kurd şermeza kirin û êrîş wekî kiryara li dijî exlaqê mirovahiyê binav kir.
Piştî axaftinan girseya qelebalix ku bê navber durişmeyên dilsoziya bi cangoriyên azadiyê û şervanên YPG’ê re berz dikirin, 6 cenaze bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê û li wir bi dirûşmeyan spartin axê.