Piştî balefira Tirk ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin, bi banga Tirkiyeyê dê îro balyozên 28 welatên endamên NATO’yê bicivin. Lê li gorî çapemeniya Ewropa û pisporên leşkerî piştgiriya NATO ya ji bo Tirkiyeyê ji daxuyaniyekê wêdetir naçe û dê di van rojan de aloziya di navbera her du welatan de jî kêm bibe.
Hefteya borî Suriyeyê balafira artêşa Tirk xist û piştî vê ev bûyer di rojeva cîhanê de cihê xwe girt û îro pêngava duyemîn ya vê krîzê heye. Dersthilatdariya AKP bi daxuyaniyên xwe yên tund û hişk krîz gurtir kir û ev bûyer bir rojeva civakên navnetewî. Berê hemû kesî îro li civîna ku Rêxistina Pakta Atlantîk ya Bakur (NATO) der barê krîzêde dike ye.
Enqereyê piştî bûyerê di çarçoveya xala 4’emîn a Peymana Atlantîka Bakûr, bag li welatên endamên NATO’yê kir û li ser vê yekê balyozên 28 welatên endam îro li Brukselê saet di 10.00’an de tên cem hev.
GENGEŞÎ DÊ ÊDÎ GUR NEBE
Bi heman awayî 27 wezîrên derve yên endamên Yekitiya Ewropayê duh li Luksemburgê krîz anîbûn rojeva xwe. Yekitiya Ewropayê rêveberiya Şamê şermezar kiribû û her peyaman ku dê helwesta li dijî vî welatî dijwartir bibin. Wezîrên YE’yê 6 şîrket û saziyên Suriyeyê kire lîsteya xwe ya lêpirsînê, niha çav hemû li vê helwesta NATO’yê ne.
Lê şîroveyên ku di çapemeniya Ewropayê dertên pêş û li gorî nirxandinên pisporên leşkerî, NATO tenê ji şermezarkirina Suriyeyê û ji bo Tikriyeyê peyama piştgiriyê dayîn tu tiştekî nake. Rojnameya Almanyayê ya Frankfurter Rundschau di hejmara xwe ya îro de diyar dike ku bi tu awayî aliyê leşkerî di rojeva NATO’yê de tune û endamên NATO’yê ji bo tansiyon bikeve dê hewl bide.
JI BO OPERSYONA LEŞKERÎ REWŞ HESAS E
Pisporê NATO’yê Hennîng Rîecke ku ji ajansa nûçeyan a Almanyayê DAPD re axivî îdia kir k udi nava vê karî de senaryoya Lîbyayê heye û got ji bo mudaxaleya leşkerî rewş niha pir hesase. Rîecke destnîşan ki rku ji bilî opersyona leşkerî ev maye ku li hemberî rejîma Esad zextên dîplomatîk zêde bibin.