Rojname û malperên Rûsyayê têkoşîna Kurd a bilind dibe nirxandin û diyar kirin ku Kurd ketina nava lîstika mezin a netewî ya Rojhilata Navîn û got” di geşedanan de rola sereke dilîzin”. BCM News sernavê ‘Hûn bi xêr hatin Bihara Kurdan’ bi kar anî û da zanîn Kurd li dijî paronaya Tirkan bûne yek û kontrola herêmê girtine dest.
Digitalmetro.us jî ‘Şer li ber deriyê Tirkiyeyê ye’ nivîsî û bal kişand ser hemleya PKK’ê ya li Bakûrê Kurdistanê daye destpêkirin û her wiha got “ji bo mîlîtanên PKK’ê gotina terorîst şaş e”. Rojnameyê da zanîn ku di nava muxalefeta Suriyeyê de kesê bi pere peywirê dikin hene lê mîlîtanên kurd li ser axa xwe xwe diparêzin.
Di Malpera fîncake.ru de jî Elena Leonova nivîsek nivîsî û wiha got: “Suriye û Iraq dikarî bibûya Kurdistaneke serbixwe lê dewletên di şerê yekemîn yê cîhanê de bi serketin ev biryar berovajî kirin. Kurd hêzeke mezin a leşkerî îfade dikin.”
Her wiha Elena Leonova nivîseke din ya bi ser navê ‘petrol roleke çawa dilîze û kesên razemenyê dikin divê li çi baldar bin’ weşand û got ku bûyerên li Suriyeyê diqewimin berdewama guherînên Bihara Ereban û Rojhiata Navîn e. Leonova da zanîn ku hevsengiya hêza herêmê guhertiye û wiha got: “Tevlibûna DYA, Fransa û Îngîlîstanê li ser nakokiyên Ereb, Tirk û Farsan dimeşe. Belkî jî mayineke gleek bi bandor a bandorê ku li ser hemû welatan bike heye. Serdestên cîhanê ew wekê hêzên veşartî da sekininandin lê ev hêz ne eşîrek an jî çekeke. Ev gel e. 4’emîn gelê herî mezin yê Rojhilata Navîn e. 35 mîlyon şêniya wan heye. Ev ji aliyê dewletan ve hatin parçekirin. Pirsgirêka wan a mezin ev e ku nebûne dewletek. Ev gel ji bo nasname, ziman û dîroka xwe hewl dide. Ji sedî 90 kurd ji berê de li ser van axan dijîn. Kurd xwedî hêzeke girîng ya leşkerî ne. Di dîrokê de gelek yekîneyên wan yên leşkerî hebûn. Her kurdekî ku hatibe 13 saliya xwe leşkerek bû. niha jî tevgera PKK’ê bi awayekî radîkal azadiya kurdan diparêze.”
Malpera News BCM jî diyar kir ku xaleke herî girîng ya ku nayê dîtin ya di serhildana Suriyeyê de daxwazên gelê kurd in û di nûçeya xwe ya ser navê ‘Hun bi xêr hatin Bihara Kurdan’ û wiha got: “ Di navbera Konseya Netewî ya Kurd û PYD’ê de dibe ku nakokî derbikevin lê xalek hevpar heye. Suriye dixwaze Kurdistan jî tevli şerê Suriyeyê bibe. Ew piştgiriyê ne didin Esad û ne jî didin muxalefetê. Bi awayekî hêsan herêma xwe girtin bin destê xwe. Lê dikaribû Kurdistan bibûya ya Tirkan. Lê vê paronayayê destûr neda.
JI MÎLÎTANÊN PKK’Ê RE ‘TERORÎST’ NAYÊ GOTIN
Malpera dîgîtalmetro.us jî bal kişand ser hemleya PKK’ê ya li Bakûrê Kurdistanê û got “gotina terorîst ya ji bo mîlîtanên PKK’ê şaş e” û wiha nivîsand: “Li Suriyeyê kesên bi kîrayê yanî bi pere di nava şer de tên bicihkirin. Lê li Tirkiyeyê kesên li dijî dewletê şer dikin xwediyê wê axê ne. Yanî pir cûda ye. Ji ber vê jî Tirkiye sûcdar e.”
Edîtorê kovara Têkiliyên Global yên Rusyayê Fiyadr Lukyanov ji bo Rojnameya mezin ya Rusyayê Gazeta. Ru makaleyeke bi ser navê ‘manevrayên Tirkiyeyê’ nivîsî û û wiha got: “ Bûyerên Li Suriyeyê qewimîne stratejiya polîtîkaya derve ya tirk kirine erdê.”