Çapemeniya Swêdê: Cîhan bi bêdengî li komkujiya li Rojava dinêre

Çapemeniya Swêdê: Cîhan bi bêdengî li komkujiya li Rojava dinêre

Êrîşên çeteyên bi piştgiriya Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiyê yên li dijî Rojava, ji aliyê Kurdistaniyên li Swêdê ve bi çalakiyên cûda tên şermezarkirin. Tevna çeteyan û komkujiyên wan, ket rojeva çapemeniya Swêdê.

Radyoya Dewletê ya Swêdê ragihand ku li Rojava, komên Îslamî yên ser bi El Qaîdeyê êrîşî gundên Kurdan dikin, li dijî sivîlan komkujiyan dikin, dest diavêjin û êrîşan dikin. Radyoyê diyar kir ku Kurdên li Swêdê dijî jî, bi fikar û guman li bêdengiya cîhanê ya li vê rewşê temaşe dikin.

Di dawiya nûçeyê de hat gotin, di encama êrîşên komên Îslamî de 450 Kurdan jiyana xwe ji dest dane, sivîl ji cih û warên xwe reviyane, gundên Kurdan hatine şêlandin û şewitandin û bi hezaran Kurd neçarî koçkirinê mane.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Kurdên li hemberî vê bêdengiya cîhanê nerazî ne, bi armanca alîkarîdayina Rojava, li Zanîngeha Stockholmê civînek lidar xistine û ji bo desteka bi gelê Rojava re gavên berçav avêtine. Radyo di nûçeya xwe de cih dide daxuyaniya Evîn Çetîn ku diyar dike, ew ji bo alîkariya pere û derman organîze bikin hatnie cem hev û eger karibe ji bo gelê Kurd ê di bin êrîşan de ne kêm be jî tiştekî bike, wê wicdanê wan rehet be.

Yek ji rojnameyên sereke yên Swêdê Svenska Dagbladet, di hejmara xwe ya roja Înê de, j komkujiya li dijî Kurdan re cihekî berfireh veqetand. Di nûçeya bi sernavê "Kurd li Sûriyê rastî êrîşan tên" de hat ragihandin ku komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî gundên Kurdan dikin, Kurdan dikujin, dest diavêjin, hewl didin wan di warê etknîkî de xalî bikin. Di nûçeya rojnameyê de tê gotin ku di medya sosyal de dîmenên ku nîşan didin mêrên Kurd destên wan ji paş ve hatine girêdan û tên gulereşandin, jinên Kurd ên ducanî zikê wan tê çirandin û zarokê di hundurê wan de tê derxistin û kuştin. Rojname cih dide van gotinên Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Rêdûr Xelîl; "Li her gundê Kurdan, Yekîneyên Parastina Gel ên ji Misliman û Xiristiyanan pêk tê, bi biryar in ku gund, malbat û kolanên xwe ji terorîstan biparêzin."

Rojnameyê ragihand ku komên El Qaîdeyê yên êrîşan dikin xwe weke El Nûsra bi nav dikin û ji her devera cîhanê di bin navê 'Cîhad'ê de çûne Sûriyê û komkujiyan dikin, cîhan jî bi bêdengî li vê temaşe dike. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku heta roja îro ji bilî Rûsya û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ti dewlet û partiyê, êrîşên li dijî Kurdan şermezar nekirine.

Di rûpela "Nîqaşê" ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê de, bi navê "Carl Bildt, hûn dizanin li Bakurê Sûriyê çi diqewime?" bi îmzeya Rodî Hajo û Yekbûn Alp gotarekê cih girt û behsa êrîşên li Rojava li dijî Kurdan tê kirin. Di nivîsê de ji Swêdê tê xwestin ku ji bo komkujiya li Bosnayê rû da neyê serê Kurdan, bikeve nava tevgerê û komkujiyê asteng bike.

LI STOCKHOLMÊ WÊ DI 14'Ê TEBAXÊ DE ÇALAKIYA PROTESTOYÎ BÊ LIDARXISTIN

Kurdistaniyên li Swêdê dijîn dan xuyakirin ku bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan û piştgirîdayina şoreşa Rojava, ewê xwepêşandanekê lidar bixin. Xwepêşandan wê 14'ê Tebaxê roja Çarşemê saet di 17.00 de li Qada Sergel a Stockholmê pêk were.

Konseya Kurd a Swêdê bang li tevahiya Kurdistaniyên li Swêdê dijîn û dostên wan kir ku beşdarî xwepêşandanê bibin û destekê bidin gelê li Rojavayê Kurdistanê.