Li Yewnanîstanê rojnamegerên ku hikûmetê protesto dikin dest bi grevê kirin. Ji ber grevê di televîzyon û radyoyan de nûçe nayên çêkirin.
Rojmegerên Yewnanîstanê bi armanca ku pêkanînên hikûmetê ku êdî ji karavêtina rojnamegeran jî hêsan dike cih digire, protesto bikin dest bi grevê kirin û greva wan dê sibê heta 06.00’an bidome. Di nava vê demê de malperên nûçeyan dê neyên nûkirin û her wiha sibê dê rojname dernekevin.
Li Yewnanîstanê li hemberî qutkirina 12 mîlyar Euro grev roja çarşemê dê bê kirin. Li seranserê welat ji ber greva giştî tê payîn û dibistan û avahiyên gelemperiyê girtî bin. Her wiha ji ber tevlibûna grevê ya sektora veguhestina cewawerî tê payîn ku trafîk li paytextê tevlihev bibe.
Bi zextên Yewnanîstan, YE û IMF’ê ji bo kêmasiyên butçeyê bêgirtin qutkirinên giran tên kirin. Gelê Yewnanîstanê diyar dikin ku êdî hêza wan nemaye û diyar dikin ku hikûmet ji bo ku ji fona alîkariya YE’ê fêdeyê bigire qutkirinan dike. welatên YE’yê di serî de Almanya heye ger Yewnanîstan qutkirina pêk neyne de tehdîta dê ji herêma Euro biavêje dike.