‘Çareserî’ dernakeve derveyî dîwarên girtîgehê!
‘Çareserî’ dernakeve derveyî dîwarên girtîgehê!
‘Çareserî’ dernakeve derveyî dîwarên girtîgehê!
Girtiyê nexweşê mejîpişt (mejiyê hestî) Omer Akbey ê ji bo dermankirinê ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê veguhestin 2. Girtîgeha Tîpa F ya Sîncan a Enqerê, derket holê ku ji ber nexwestiye bi awayekî tazî li wî bigerin, ew xistine hucreyê. Sabrî Kaya jî ku beriya 3 mehan ji dil emeliyat bû û dûre xwîn rijiya ser madê wî, derket holê ku bêyî li nexweşxaneyê baş were dermankirin, ew şandine girtîgehê.
Binpêkirinên mafan, zext û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan, di dema "pêvajoya çareseriyê" ya nû ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de jî bi dawî nabin. Di şûna "çareseriya" ji nava dîwarên girtîgehê derkeve, her roj pirsgirêkên nû lê zêde dibin. Pirsgirêka sereke ya vê jî, mijara girtiyên nexweş e. Omer Akbey ê hefteya derbasbûyî ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ew veguhestin 2. Girtîgeha Tîpa F ya Sînan a Enqerê, bi pêkanînên dij mirovahiyê rast tên. Pêkanînên li hemberî Akbey, rastiya li girtîgehan careke din raxist ber çavan.
Hat hînbûn, çawa ku Akbey gihaşti 2. Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê, wezîfedarên girtîgehê xwestin wî tazî bikin û lê bigerin. Lê ji ber ku Akbey ev qebûl nekiriye, ew yekser xistiye hucreya yek kesî. Nûnera TUHAD-FED a Enqerê Hawa Ozcan got, "Bi zorê xwestine Omer Akbey tazî bikin û lê bigerin. Dema Akbey ev qebûl nekir nîqaş derket. Bi sedema xwe tazî nekiriye, wî xistin hucreyê. Li pişta wî pirsgirêkê mejîpişt (mejiyê hestî) heye û êşên wî her dewam in. Divê were emeliyatkirin. Ji ber vê yekê ew veguhestin Enqerê."
‘JI BER NEXWEST BI REWŞEKE TAZÎ LI WÎ BIGERIN, EW XISTIN HUCREYÊ’
Ozcan da xuyakirin ku Akbey du rojan li hucreyê hatiye ragiritn û got, "Dema Omer dikeve hucreyê, dest bi grêva birçîbûnê dike û du rojan tiştekî naxwe. Girtiyên din ên bi vê rewşê dihesin, li deriyan dixin, dirûşman diqîrin û dixwazin Omer ê nexweş bînin gel wan. Li ser vê yekê jî Omer ji hucreyê derdixînin û dibin cem wan."
‘RÎSKA FELÇBÛNÊ HEYE’
Omer ragihand ku der heqê hemû girtiyên li deriyan xistine û dirûşme qêriyan e, lêpirsîn hatiye vekirin û gengaz e ku li hemûyan cezayên dîsîplînê werin birrîn. Ozvan got, "Ev 10 roj in li 2. Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê kincên Omer Akbey jê re nayên dayîn. Ji roja hatiye û vir ve, hînê ew kincê li xwe kiribû, li ser wî ye. Pêr ew birin nexweşxaneyê, tehlîl hatin kirin. Li pişta wî di navbera mejiyê piştê de, di navbera hestî û rehikan de kîst heye. Beriya niha biribûn Edenê. Doktoran rîska wê dîtibûn û gotibûn ku dikare felç bimîne. Ji ber vê yekê ji bo dermankirinê ew anîn Enqerê. Lê li vir jî, pêkanîna ew lê rast tê, ev e. Li dû tehlîlan, wê dermankirina wî zelal bibe."
Sabrî Kaya yê li heman girtîgehê 2. Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê jî xwedî heman xeteriya jiyanê ye. Beriya 3 mehan Kaya ji dil emeliyat bû û ji hingî ve du caran xwîn rijiya ser madê wî. Di bûyera herî dawî ya xwîn rijiya ser madê wî de, ew rakirin Nexweşxaneya Nimûne, lê bi tenê şevekê li nexweşxaneyê hat ragirtin û ew vegerandin girtîgehê. Ozcan der heqê rewşa Kaya de got, "Tedawiya emeliyata dil bi dawî nebû. Wer xuyaye ku emeliyata hatiye kirin bandoreke berovacî lê kiriye, ku du caran xwîn rijiyaye ser madê wî. Mirovekî xwîn birije ser madê wî, ma rojekê li nexweşxaneyê tê ragirtin û yekser vedigerînin nexweşxaneyê? Niha li nexweşxaneya kampusa girtîgehê ye. Rewşa Kaya cidî ye. Beriya 20 rojan ew biribûn Girtîgeha Metrîsê. Piştî mûayeneya Saziya Tipa Edlî, bêyî rapor jê re were dayîn, ew vegerandin Enqerê. Niha xeteriya wî ya jiyanê heye."
‘BILA TENDURISTYA OCALAN Û HEMÛ GIRTIYAN WERE BAŞKIRIN Û HEMÛ AZAD BIBIN’
Ozcan da xuyakirin ku eger dewlet ji bo çareseriyê ji dil e, hingî divê vê çareseriyê ji girtîgehan destpê bike û got, "Pêwistî bi guhertina destûra bingehîn, qanûnan tineye. Dikarin girtiyên nexweş serbest berdin. Di netîcê de ev rewşeke însanî ye. Ji bilî aliyên wê yên huqûqî û qanûnî, rewşeke însanî ye. Her weha rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî me dixe nava fikaran. Lîderê gelekî 15 salan bi ti awayî nebirine nexweşxaneyê. Divê heyetên serbixwe wî kontrol bikin. Çûyîna hikumxwarekî ji bo nexweşxaneyê, ji bilî huqûqê, rewşeke însanî ye. Birêz Ocalan ev 2 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Gelo ev qanûnî ye? Weke TUHAD-FED, di serî de Ocalan em dixwazin tenduristiya hemû girtiyan were başkirin û hemû bên azadkirin."
‘ÎMRALI MIFTE VEKIR, BILA AKP JÎ DERÎ VEKE’
Ozcan der heqê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de bi gotina "Eger kilît tu be, mifte jî Îmrali ye" bal kişand ser girîngiya gavavêtina hikûmeta AKP'ê û got, "Îmrali mifte zîvirand, tu jî derî veke. Çareserkirina vê pirsgirêkê karê wêrekiyê ye. Lê em vê wêrekiyê li gel AKP'ê nabînin. Eger wêrek bûya, wê girtiyên nexweş serbest berdabûya. Me yê ev yek weke peyameke erênî bidîta. Eger şert û mercên Rêberê Gelê Kurd ên li Îmraliyê bihata baştkirin, me yê fêm bikira ku ji dil û wêrek e. Eger difikire ku serî li Kurdan digere, hingî xwe dixapîne. Serî li xwe digerîne. Di rojên pêş de weke TUHAD-FED Enqere emê bernameyekê eşkere bikin û dest bi hin rêzeçalakiyan bikin."