Serokdewletê Kubayê Raul Castro, di merasima roja şoreşa Kubayê de axivî û diyar kir ku ew dixwaze bi DYA’yê re hevdîtin pêk bîne.
Castro di merasima li eyaleta Guantanamoyê beşdarî merasimê bû û diyar kir ku ew dixwazin bi DYA’yê re hevdîtin pêk bînin. Ev nêzî 50 salan e têkiliyên dîplopatîk di navbera her du welatan de tune ye.
Castro da zanîn ku wana vê daxwaza xwe bi rêyên dîplomatîk jî ragihandiye û got ku ew kengî bixwazin amade ne.
Castro got; “Em dixwazin mijarên weke demokrasî, mafê mirovan û mijarên weke vana biaxivin, lê bi şertê ku hevdîtin bi awayeke wekhev pêk bê.
Rêveberiya DYA’yê, hefteya borî, ji ber kesên beşdarî merasima cenazeyê muxalîfê Kubayî Oswaldo Paya bibûn, hatin girtin, Kubayê rexne kiribû.