Çav li civîna îro ya Meclîsa Rojava ye
Çav li civîna îro ya Meclîsa Rojava ye
Çav li civîna îro ya Meclîsa Rojava ye
Meclîsa Çêkirina Qanûnan ya ku li Rojava bi xebatekî dem dirêj, di çarçoveya îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokartîk de di 12’ê Mijdarê de hat avakirin dê îro kom bibe. Endama Desteya Bilind Îlham Ehmed diyar kirin ku ji berî civîna Cenevre-2 ewê rêveberiyê îlan bikin.
Ji bo projeya ku di meha Tirmehê de ji aliyê PYD’ê ve hat ragihandin û piştre komên dînî û etnîkî beşdarbûn de, ji bo rêveberiya demî gavên nû tên avêtin. Projeya ku di 12’ê Tirmehê de nûneran tê de cih girt û di 2’ê Kanûnê de bi navê “ Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Demî” hat binavkirin, Dîwaneke wê ya Serokatiyê jî hat avakirin.
Di çarçoveya amadekariyên îlana rêveberiyê de di bin sîwanê Dîwana Serokatiyê de komîteyên “Qanûna hilbijartinê", "Hevpeymana Civakî” û “Rengê Rêveberiyê” hatin demezradin. Komîteyên ku hatin avakirin di dema ku karên xwe didin meşandin de gelek partî û saziyan jî, ji bo beşdarbûna rêveberiyê serlêdan kirine.
Duh di der barê pêşnûme û serlêdanên hatin kirin de endamên Serokatiya Dîwana Meclîsê li Qamişloyê kom bûn û 5 serlêdanên hatin kirin pejirandin. Wekî din di der barê pêşnûmeyê de endaman nirxandin kirin û bang li Meclîsê kirin ku kom bibin. Çav li rêye ku îro meclîs kom bibe.
Endama Rêveberiya Desteya Bilind a Kurd û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed da diyar kirin ku di der barê pêşnûmeya ku hat amedekirin de dê biryara dawî ji aliyê meclîsê ve bê dayîn.
Îlham Ehmed destnîşan kir armanca wan ewe ku beriya civîna Cenevre- 2 rêveberiya xweseriyê îlan bikin, bixin mijara civînê û got:” Eger Cenevre-2 ji bo Sûriyeyê rêveberiyeke demî diyar bike, em dixwazin Rêberiya Xweseriya Demokratîk jî têde cih bigre. Emê di demek kin de mizgîniya îlankirina rêveberiyê bidin gelê xwe.”