Çav li ser gerîlayên HPG’ê ye

Çav li ser gerîlayên HPG’ê ye

Piştî peyam Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja Newrozê de hat xwedin û got: “Hêza meya çekdar hatiye asta ku derkevin derveyî sînor” niha jî herkes bi mereq li benda daxuyaniya Hêza Parastina Gel (HPG) ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta sêyemîn peyam ku hat ragihandin  û ‘Milyonan şahidiya’ wê dîrokê kir. Di heman demê de di 21’ê Adarê de deriyê heyamek nû hat destpêkirin.

Di peyama ku bang li gelek alîgiran hatkirin û herkes di yek noqteyê de kilîtbû, lê hêjan hêzên gerîla di derbarê peyamê de tiştek negotiye. Hêzên Gerîla ku ji bo pêvajoya nû stratejiyek nû avakirin lê piştî ku Ocalan banga ‘Hêza meya çekdarî hatiye asta ku derkevin derveyî sînor” kir niha jî çav zivirî li ser daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd û HPG’ê.

Fermandariya Biryageha Navendiya HPG’ê bi wesileya cejan Newrozê wiha gotibû: “Çi peywira ku Rêbertiya me bide pêşiya me em amadene bi hêjayî bînin cih.” Ev gotin ji bi awayekî aşkera hatibûn gotin lê hêj daxuyanî ne hatiye dayîn.

Li gorî çavkaniyên HPG’ê ji pirsa ku “Hûnê hêzên xwe kengî vekêşin?” bersivek zelal ne hatiye dayîn. Awayê xwe vekêşanê û ji dem pêştir şert û mercên vekêşandinê tê destnîşankirin. HPG’yî ji bo ku piştgirî bidin banga Ocalan di pêngava  destpêkê de tê xuyakirin ku dê agirbes bê îlankirin.

HPG’iyan diyar dikin ku, hêjan êrîşên hewayî pêktên û operasyonên leşkerî berdewam dikin û binçavkrin û girtina gelê sivîl jî berdewam dike ev mijarên acizbûnê ne. HPG’iyan da zanîn ku, di pêvajoyê ku ji herdemê bêhtir hêviyên aştiyê zêde bûne ew dê nebin xwediyê seknek neyînî.

HPG herî zêde girîngiyê dide bersiva ku hikûmeta AKP’ê û dewelata tirk bide pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan HPG pêngav yekemîn dinirxîne û dê ev pêvajoyê bişopîne. Dê ligorî helwesta hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk pêvajoyê birêva bibe. Nêrînên ku wekî HPG çekan datîne, HPG ev yek  jî wekî spekulatîf dibîne û HPG bi van spekulatîfan bawer nake.

HPG diyar kir ku, wekî  rayedarên AKP’ê dibêjin dê çekan deynin û biçin welatê din jî rast nîne û tiştek wisa jî tuneye. HPG da zanîn ku pêvajo di kîja astê de dibe bila bibe, dê ew wekî hêzên gerîla ne tenê li bakûrê Kurdistan dê li her çar parçeyê Kurdistanê ji bo destkeftiyên kurdan têbikoşin. HPG bal kişand nîqaşên ku li ser çekan tê kirin û bilêv kir ku, armanca wan ew e ku bi taybetî jî di aliyê artêşbûnê de pêşketinên xwe berdawam bikin. HPG anî ziman ku heta azadiya gelê kurd nekve bin maqekanûnê dê gerîla çek daneyne û ger ku êrîş li hemberî kurdan pêk bê dê hertim wekî HPG bersiva van êrîşan bidin.