Hat ragihandin ku bajarê Humsê careke din hat bombebarankirin. Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka raperîn û serhidanan heta îro zêdetirê 14 hezar kes hatin kuştin.
Muxalefeta Sûriyeyê ragihand ku artêşa Sûriye careke din bajarê Humsê bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama bombebarana di 24 demjimêran de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Mûxalîfan ragihand ku artêşa Sûriyeyê hewl dide herêmên Humsê yên di bin çavdêriya muxalîfan de careke din bistîne û bixe bin kontrola xwe.
Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku di hefteya dawiyê de herî kêm 123 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavdêrxaneyê daxuyand ku ji adara 2011 ve 14 hezar û 115 kes di xwepêşandanên li hemberî rejîma Esad de hatine kuştin. Ji vana zêdetirê 10 hezarî sivîl in.