Çavê Geveriyan li peyamên Ocalan in
Çavê Geveriyan li peyamên Ocalan in
Çavê Geveriyan li peyamên Ocalan in
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina xwe ya dawî ya bi heyetê BDP'ê re xwestibû ku 'Silavên min ê taybet ji dayikên Geverî re ragihînin' BDP'a Geverê ket nava hewldanan û dê sibê ji bo ku silavên Ocalan ji jinan re ragihîne mitîngeke li dar dixe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina xwe ya dawî de ya bi heyetê BDP'ê re xwestibû ku silavên wî yên taybet ji dayikên Geverî re ragihînin, BDP'a Geverê ket nava hewldanan. Dê sibê ji bo ku silavên Ocalan ji jinan re ragihîne mitîngeke li dar dixe. Ji bo ku mitînga sibê bê lidarxistin de BDP'a Geverê bang kiribû ku di serî de dayîk û hemû gelê Geverê tevlî mitîngê bibe. Hat diyar kirin ku, dê silavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan di mitîngê de ji gel re ragihîne.
Daxuyaniya ku li Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê hat lidarxistin de serokê BDP'a Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora û şaredara berê Ruken Yetîşkîn bang li dayikan kirin ku tevlî mitîngê bibin. Serokê BDP'a Geverê Naîl Durmaz komkujiya ku li Rojava pêk tên jî bi bîr xist û da zanîn ku ew dê li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Durmaz da destnîşan kir ku divê gelê Geverê bi awayekî girseyî tevlî mitînga sibê bibe. Dê mitîng li Turyana Girtîgeha Berê bê lidarxistin.