‘Çawişê pispor û 20 leşkeran bi hev re li min xistin’
‘Çawişê pispor û 20 leşkeran bi hev re li min xistin’
‘Çawişê pispor û 20 leşkeran bi hev re li min xistin’
Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyê bi navê Îsa Eşsîz ku ew birin nexweşxaneyê, ji ber xwest kelepçeya destê wî derxin, rastî lêdana dijwar a çawîşê pispor û 20 leşkeran hat.
Zext û îşkenceya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Girtiyên nexweş hem nayên berdan, hem jî daxwaza wan a dermankirin û nexweşxaneyan rastî astengiyan û zahmetiyan tên. Girtiyên ku diçin nexweşxaneyê jî wan bi kelepçeyan dibin. Girtiyên ku dixwazin kelepçeyê derxin rastî neheqî, lêdan û gotinên qirêj tên. Yek ji van girtiyên nexweş ku ji bo dermankirinê xwest biçe nexweşxaneyê û rastî lêdanê hat jî girtiyê Girtîgeha tîpa H a Erziromê Îsa Eşsîz e. Eşsîz, têkildarî serpêhatiyên xwe nameyek ji DÎHA’yê re nivîsand. Eşsîz, di nameyê de diyar kir ku di 28'ê Texaxê de ji ber nexweşiya wî ew rakirin nexweşxaneyê û wiha got: "Ez serê sibê rakirim nexweşxanê û piştre ez dîsa anîm nexweşxaneyê. Piştre dîsa ji bo talhîlan ez birim nexweşxaneyê. Dema ez birim nexweşxaneyê çawîşê pispar ji min re got ‘Ulan kuro ma tu serê sibê ji nexweşxaneyê nehat? Min jî bertek nîşanî wî da. Dema em çûn nexweşxaneyê min xwest biçim lavaboya û min xwest kelepçeya di destê min de derxe. Li ser vê yekê çawişê pispor bi pêhnan li min da û pêhnek li ser dilê min xist. Ez avêtim derve. Piştre personelê tenduristiyê hat û xwest kelepçeyê derxe. Piştre Çawîşê pispor got 'Mahkûmê min e. Ez çawa bixwazim ez dê wisa nêzîk bibim" Min jî got ez bi kelepçe muayine nabin û personelê tenduristiyê kelepçeya destê min vekir. "
'JI BER LÊDANÊ EZ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛM'
Eşsiz, da zanîn ku piştî rastî lêdana çawîşê pispor hat jan li zik û sînga wî rabûn û wiha got: "Li gel di avahiyê de asansor hebûn jî ez bi pêpelokan derxistim jor. Di vegerê de jî ez bi lez daxistim jêr. Li pişt jî bi pêhnan li min dan. Ez di pêpelokan de jî xindir kirim û avêtim xwarê.
Piştre çawişê pispor bang leşkeran kir û 20 leşker hatin. Çawişê pispor ji leşkeran re got "Li ruyê wî netin û li pişta wî bidin. Li ser vê yekê leşkeraen li min da û ez ji ser hişê xwe çûm. Dema min çavê xwe vekir ez li hucreyê bûm."
Girtiyê bi navê Ufuk Demîr ku ji heman girtîgehê name nivîsand jî diyar kir ku girtiyên dixwazin ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyê kelepçeyên destê wan venakin. Demîr, anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û bi vî şêwazî derman nabin û naçin nexweşxaneyê.
Rayedarên girtîgehê jî pirsên me bê bersîv hişt