Cejn nehat Kuçukpazar'ê

Cejn nehat Kuçukpazar'ê

Malbatên Kurd ên ji ber zora çeteyên El Qaîdeyê neçar mane ji bajarê Sûriyê Hûmûsê birevin Tirkiyê, di nava şert û mercên nebaş de dijîn. Di cejnê de herkes kêfa zarokên xwe tînin, lê li taxa Kuçukpazar a navçeya Emînonu ya Stenbolê, malbatên ku pariyekî nan nabînin, li binê xirbeyan li benda alîkariyê ne. Malbata Omer û Îbrahîm ên ji ber gefa çeteyan neçar ma beriya mehekê xwe li Stenbolê bigirin, zilma li Hûmûsê û xizaniya li Stenbolê ji ANF'ê re vegotin.

Dema mirov dikevin taxa Kuçukpazar a Emînonu, mirov dibêje qey ketiye taxeke Sûriyê. Li vê derê, malbatên ku bi hêviya jiyaneke aştir xwe li Stenbolê girtine, di rewşeke welê de dijîn ku mîna ji şerekî reviyane lê ketine nava lepê şerekî din. Em derbasî hundurê xirebeyê xaniyekî dibin û li vê derê malbatên Omer û Îbrahîm me bi dilnermî pêşwazî dikin. Li sê odeyên her yek ji wan 9 metrekareye, 21 kes dimînin. Ji bilî tejikekê jî, tiştek li xanî tineye. Piştî ku malbatên Omer û Îbrahîm 7 rojan li zikakan man, ev xirbe dîtin û ji bo vî jî mehê 1.500 TL kirê ji wan tê xwestin. Herdu malbat, li vî bajarê navenda berjewendiyane, bi xêra xêrxwaza Ermenî Fîlor Ûlûk Benlî li ser piyan dimînin. Daxwaza wan a bi tenê, jiyaneke însanî ye.

ÇETEYAN ÇEK DAN SERÊ ME Û DEST DANîN SER MALÊN ME

Bavê du zarokan Samîr Omer ê 25 salî dibêje ew beriya mehekê li gundê Sara yê bajarê Hûmûsê dijiya û weha drama xwe tîne ziman: "Li gund zeytûnên me hebûn. Hin ji me bi xwedîkirina heywanan hin jî bi karê çandiniyê re mijûl dibû. Şer derketibû, lê dîsa jî me hewl dida jiyaan xwe dewam bikin. Heta roja çete hatin ber deriyê me.. Be destê sibehekê çeteyan avêtin ser gundên me û keleş dan serê me. Hînê nîvê şevê bû. Dest bi talankirina malên me kirin. Ji me re gotin heta serê sibê divê hûn malên xwe biterikînin naxwe ewê wan bikujin. Zilma wan gelekî deng vedabû, lewma me dizanîbû li pêşberî me kî û çi heye. Çareya me ya yekena, terikandina gund bû û hin xizmên me xwe li Lubnanê girtin, em jî weke sê malbat bi giştî 21 kes me biryar dan bên Tirkiyê.

LI KAMPAN, EREB ZILMÊ LI KURDAN DIKIN

Hevsera min Ezîze 8 mehî ducanî bû. Ji ber ku em ji şer reviyan, bi hêsanî me sînor derbas kirin. Destpêkê em bi otobusê hatin Serêkaniya ser xetê. Li wê derê me Kurdên mîna me xwe li wir girtibûn, dîtin. Demekê em li wir man. Ji me re gotin, ji ber şerê li Rojava, li kampan Ereb zilmê li Kurdan dikin, cihêkariyeke mezin dikin, gelekî nebaş nêzîk dibin, hûnê li wir perîşan bibin, alîkarî wê negihêje we. Me gotin, berê jî bihîstibûn, me dema me ji ew kesên bi xwe li kampan rastî vê hatin bihîstin, em ketin nava fikaran. Hingî me biryar dan em werin Stenbolê. Em hatin taxa Emînonu ya herî zêde turîst û penaber lê ne. Li vê derê em bi zarokên xwe re hefteyekê li parkê, li derve man. Em neçar bûn li ber xwe bidin. Dûre Fîlor hat û ji me hemûyan re dayikî kir."

JI BO XIRBEYÊ YEK QATÎ 1.500 TL KIRÊ

Samîr da xuyakirin ku wan li vê derê ev xaniyê xirbe dîtine û xwediyê xanî mehê 1.500 TL kirê xwestiye û diyar kir ku bi firotina avê re ew nikare vê kirê bide û hevsera wî ya ducanî jî di her kêliyê de dikare zarok bînê dinyayê, lewma gelek zehmetiyên mezin dikşînin.

MIN NEKARÎ DI CEJNÊ DE KULÎLKEKÊ DEYNE SER GORA BIRAYÊ XWE

Pismamê Samîr Îdrîs jî heman dramê parve dike. Li yek ji odeyên vî xanî, bi 3 zarokên xwe û hevsera xwe ya ducanî Şeyma re li gel 21 kesan dijî. Şeyma jî bi bêdengî û nêrînên matmayî di derdora xwe dinêre. Hînê 21 salî ye, lê wer xuyaye tevahiya barên cîhanê çûye ser milê wê. Beriya ji Hûmûsê bireve, birayê xwe Mûhammed ê 8 salî wenda kiriye. Dema Mûhammed diçû firnê nan bîne, balafirên şer ên rejîma Ead ew hedef girtibûn. Mûhammed li erdê di nava xwînê de hat dîtin û ji ber ku parçeyên bombeyan ji bedenê wî yê biçûk nedihat derxistin, hema bi wî rengî hatibû veşartin. Şeyma dibêje ev cejn Cejna Reş e û got, "Min nekarî biçe serdana gora birayê xwe. Min nekarî kulîlkekê jî deynim ser gora wî. Min nekarî axa wî av bidim."

JI KEÇA XWE JI WELATÊ XWE DÛR IM, ÇI BIKIM JI CEJNÊ?

Dayika 9 zarokan Xetîce Îbrahîm Hesen jî, bi tenê li keça xwe ya ducanî Zeynep a li Sûriyê difikire. Xetîce ya bi dayika xwe ya 60 salî û 7 zarokên xwe, xwe li Stenbolê girt dibêje, keça wê Zeynep ji ber hevserê wê bi zorê birine leşkeriyê, lewma nexwestiye Sûriyê biterikîne. Xetîce dixwaze di demeke kurt de biçe gel keça xwe. Xetîce diyar dike ku hevserê wê beriya niha li Rihayê dixebitî, kampên li wir jî ji bo Kurdan dojeh (cehenneme) û got, "Em vegerin Sûriyê jî, em biçin kampan jî, em li Stenbolê bimînin jÎ, her der ji bo me deriyê zilmê ye. Keça min li nava şer e, ez ji welatê xwe dûr im, nikarim kêfa zarokên xwe bînim, di vî halî de çi bikim ji cejnê."

Piştî ji cem malbatan vegeriyam, min bihîst ku Ezîze ya ducanî, kurek aniye dinyayê. Ezîze li dijî şer navê Jiyan li kurê xwe kir, lê di nava şer û xizaniyê de difikire ka wê jiyaneke çawa bide kurê xwe jiyan.