Çêkirina bendavê gundiyan mexdûr dike

Çêkirina bendavê gundiyan mexdûr dike

Li gundê Zivzika Şîrvanê çêkirina bendava Çetîn didome û ji ber xebatên bendavê riya gund 4 demjimêran tê girtin û gundî mexdûr dibin.

Li gundê Zivzika navçeya Şîrvana Sêrtê, 3 sal berê ji aliyê şîrketa Norweçê, Statkraft Enerjî ve çêkirina bendava Çetîn ku dê bandorê li ser 18 gund bike, destpê kir. Xebatên çêkirina bendavê gundiyan mexdûr dike.

Ev sê sal in ji ber çêkirina bendavê ji aliyekî xweza tê texrîbkirin û ji aliyê din jî gundî tên mexdûrkirin. Ji ber ku makîneya keviran dişkêne di sinorên gundê Helesan de, ji ber tengbûna rê nikare derkeve 4 demjimêran riya gund tê girtin.

Gundiyan bertek nîşanî xebatên çêkirina bendavê dan û welatiyê bi navê Îbrahîm Onat anî ziman ku, ev sê sal in tên mexdûrkirin û divê bibêjin êdî bes e. Onat da zanîn ku, ger yekitiya xwe ava nekin û ji mexdûriyetê re nebêjin êdî bes e, dê zêdetir mexdûr bibin. Piştî 4 demjimêran riya gund li trafîkê hat vekirin.