Cemiyeta Rojnamevanên Azad kar dabeş kir

Cemiyeta Rojnamevanên Azad kar dabeş kir

Cemiyeta Rojnamevanên Azad ku li dijî pêkûtî û bêhiqûqiyên li ser çapemeniyê hem netewî û navnetewî têkoşînê dide Yekemîn Kongreya xwe li darxist û rêveberiya xwe hilbijart.

Di encama kongreyê de ji bo lijneya rêveberiya Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayretîn Çelîk, Sînan Sayan, Aydin Bokan, Ozan Kiliç, Hakki Boltan, Hatîce Şahîn û Serdar Altan hatin hilbijartin, ji bo Lijneya Çavdêriyê jî Remezan Olçen, Selamî Denîzhan û Pervîn Yerlîkaya Bapir hatin hilbijartin.

Lijneya rêveber ya nû hatî diyarkirin, yekemîn civîna xwe li darxist û kar dabeş kir. Li gorî vê ji bo serokatiya cemiyetê Hayretîn Çelîk, alîkarê serok Sînan Sayan, Sekreterê Giştî Aydin Bolkan, Hesabgirê Giştî Ozan Kilinç hatin hilbijartin. Serdar Altan, Hatîce Şahîn û Heqî Boltan jî dê endamên lijneya rêveber bin.

Weke din jî ji bo kar bitenduristî bêrêvebirin di civînê rêveberiya lijneyê biryara hinek komîsyona da. Komîsyon jî wiha ne: Komîsyona Binpêkirina mafan û şopandina çapemeniyê, Perwerde û Proje, Têkiliyên Derve, Rêxistin û Aborî.

Her wiha di civînê de lijneya rêveber ji bo serbestberdana rojnamevanên girtî tê tekoşîna hiqûqî bidin berdewam kirin.