Cenaze li Geverê ne û polîsan dîsan êriş kir
Cenaze li Geverê ne û polîsan dîsan êriş kir
Cenaze li Geverê ne û polîsan dîsan êriş kir
Cenazeyên Mehmet Reşît Îşbilir yê 35 salî û Veysel Îşbilir yên ku di 6’ê Kanûnê de li Geverê polîsan qetil kirin piştî karên otopsî li Wanê şûnde anîne Geverê, polîsan bi bombeyên gazê êrişî girseya ku bi deh hezaran kes tevlî bibon kirin.
Mehmet Reşît Îşbilir yê 35 salî û Veysel Îşbilir yê 34 salî ku li Geverê ji aliyê polîsên tevgera teybet ve hatin qetil kirin, piştî wacîbeyên olî yên Wanê cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi Geverê ve oxûr kirin.
Piştî ciwanan bi kevir û molotof kokteylan bersiva êrişa polîsa a bi bombeyên gazê da şûnde pevçûn derketin.
Piştî pevçûna ku demkurt jiya şûnde li ser hatina heyeta ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Salahattin Demirtaş, Hevseroka Giştî a HDP’ê Sebahat Tuncel û parlementerên din yên BDP’ê, girseyê ji bo cenazeyan biben mizgeftê dest bi meşê kirin.
Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin li ser hev dirûşmên weke “Şehîd namirin”, “tolhildan”, “HPG tolhildan”, “rêheval Veysel, Reşît bê mirinin” û “serhildan” qêriyan.
Li rexmê ewlehiya zêde a ku polîsan li navçeyê girtine jî meş tevî hevmû astengiyan jî dewam dike. Cenaze wê li goristana Akalin bêne defin kirin.