Cenazeyê Akkûlû ji bo veşartinê birin Liceyê
Cenazeyê Akkûlû ji bo veşartinê birin Liceyê
Cenazeyê Akkûlû ji bo veşartinê birin Liceyê
Cenazeyê Abdullah Akkûlû (18) yê ku di 8'ê Hezîranê de di çalakiya şermezarkirina çêkirina qereqol û kalekolê de ji aliyê leşkeran ve bi giranî hatibû birîndarkirin şevê din li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, ji bo bê definkirin ber bi navçeya Amed Liceyê ve hat birêkirin.
Abdullah Akkûlû yê ku di 8'ê Hezîranê de di çalakiya li gindê Bîryas ê navçeya Amed Liceyê ya li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan de di encama gulebarana leşkeran de bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin şevê din jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Akkûlû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ji bo definkirinê birin Liceyê . Darbesta Akkûlû serê sibê ji nexweşxaneyê hate wergirtin û destpêkê anîn Mala Şînê ya Liceyiyan. Piştî nimêjê, darbest bi alên kesk, sor û zer hate pêçandin û ber bi Liceyê ve hat birêkirin.