Cenazeyê Bêrîvana 8 salî ya di çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
Cenazeyê Bêrîvana 8 salî ya di çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
Cenazeyê Bêrîvana 8 salî ya di çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
Cenazeyê Bêrîvan Izrak a salî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo xwe hênik bike ket çemê Dîcle û li ber avê çû hat dîtin.
Li Cizîrê Bêrîvan Izrak a 8 salî ji bo xwe henik bike ket çemê Dîcle li ber avê çû û winda bû. Malbat û xizmên Bêrîvan ku bi derfetên xwe xwestin Bêrîvan bibînin dema tu encam neda, ekîbên rizgarkirinê hatin agahdarkirin.
Ekîbên binavê yên dest bi xebatan kirin, cenazeyê Bêrîvana biçûk dîtin. Cenazeyê Bêrîvan Izrak bi ambulansê rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Piştî otopsiya li nexweşxaneyê ji bo sedema mirina Izrak bê tespîtkirin cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.