Cenazeyê Dayika Berfo spartin axê
Cenazeyê Dayika Berfo spartin axê
Cenazeyê Dayika Berfo spartin axê
Cenazeyê Dayîka Berfo ya ku ji bo hestiyên kurê xwe yê di derbeya 12'ê Îlonê de hate binçavkirin û windakirin peyda bike 33 salan têkoşîn da û hestiyên kurê xwe peyda nekir jiyana xwe ji dest da li Erdexenê bi girseyê spartin axê.
Cenazeyê Dayîka Berfo ya 105 salî ya ku 33 salan ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ê ku di 12'ê îlona 1980'an de hate binçavkirin û hate windakirin peyda bikine li gundê Okçu yê navçeya Golanê ya Erdexanê hate definkirin. Cenazeyê Dayîka Berfo piştî duh li Qada Galatasarayê ya ku her hefte ji bo hestiyên kurê xwe peyda bike lê dirûniştin anîn navçeya Golanê ya Erdexanê li Mizgefta Kubilaybey hat bicihkirin.
Zarokên Dayîka Berfo Fatma Gulmez, Yildiz Çam û Mîkaîl Kirbayir li ser darbesta dayîka xwe bi çavên rondik gotin, "Cenazeyê Cemîl nedîtin çû" Piştî nimêja nîvro ji bo Dayîka Berfo li Golanê nimêja cenaze ya duyemîn hate kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdexanê Akîf Yilmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Golanê Akîf Tekîn, Parlementerê AKP'ê yê Erdexanê Orhan Atalay, Parlementerê CHP'ê yê Erdexanê Ensar Ogut, Qeymeqamê Golanê Fatîh Ozdemîr, Serokê Komeleya Çandê ya Golanê Kurbanî Demîr, zarok, nevî û xizmên Dayîka Berfo û endamên Komeleya 78'an a Şoreşger a Qersê tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî nimêjê darbest Dayîka Berfo bi wesayîtê birin Goristana Gundê Okçu. Girse jî bi meşê derket rê. Di meşê de sloganên "Dayîka Berfo ji te re soz em dê Cemîl peyda bikin", "Cemîl Kirbayir nemir e" û "Hêrsa dayîkan dê qatilan xeniqîne" hatin berzkirin. Piştî cenazeyê Dayîka Berfo li goristana gund hate definkirin girseyê konê şînê yê ji bo Kirbayir hate definkirin ziyaret kirin.