Cenazeyê Dîrok Amûdê spartin axê
Cenazeyê Dîrok Amûdê spartin axê
Cenazeyê Dîrok Amûdê spartin axê
Cenazeyê Endama Yekîtiya Star Şêxa Ebdulqadir Mihemed a binasnav Dîrok Amûdê ku li paytext Sûriyê Şamê di encama nexweşiya penceşêrê de jiyanan xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Dîrok Amûdê ku anîbûn Mizgefta Qasimo ya Qamişlo, ji aliyê sedan kesan ve, bi tilîlî û lorandina jinan hate wergirtin.Cenazeyê ku ji aliyê jinan ve hatibû hilgirtin li wesayîtê hate siwarkirin û bi karwanekî wesayayîtan ber bi bajarê Amûdê ve hate birêkirin.
Li Amûdê jî bi hezaran kesî li çerxerêya destpêka Amûdê ji bo pêşwaziya cenazeyê Dîrok Amûdê kom bûbûn. Cenaze ji vir jî ji bo nêrîna malbatê ya dawî birin mala malbata wê ya li gundê Til Xenzîr.
Piştre cenaze dîsa anîn Amûdê birin Goristana Şehîd Îsmaîl bi merasîmekê spartin axê. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sidqî Îsmîal, li ser navê malbata Dîrok Amûdê xwişka wê Zerga Ebdulqadir û li ser navê Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axaftin kirin. Di axaftinan de li ser kesayeta Dîrok Amûdê û têkoşîna wê hate rawestîn û soza şopandina rêya wê hate dayîn.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyê Dîrok Amûdê bi diruşme û tilîliyan spatin axê.