Cenazeyê Ehmedê Rojavayî rêkirin Kobaniyê

Cenazeyê Ehmedê Rojavayî rêkirin Kobaniyê

Cenezeyê welatiyê bi navê Baran Ehmed ê ji Rojava ku li Rihayê jiyana xwe ji dest da, di deriyê Kobaniyê re şandin Rojava.

Li gundê Sûsik ê navçeya Girê Spî yê Rojava di 19'ê Îlonê de şer derketibû. Di şer de welatiyên bi navê Ahmet Baran birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê.

Baran Ehmed ku bi giranî birîndar bûbû piştî jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî di deriyê Kobanî re şandin Rojava. Li aliyê din welatiyê bi navê Nebî Mihemed Salih ku mejiyê wî miriye hêj di beşa çavdêriyê de ye..