Cenazeyê Elman a HPG’yî û Allak ê YPG’yî wê sibe bên wergirtin

Cenazeyê Elman a HPG’yî û Allak ê YPG’yî wê sibe bên wergirtin

Cenazeyên gerîlaya HPG’ê Ayşe Elman (Armanc Viyan) a li Şengalê û şervanê YPG’ê Şehmus Allak (Botan Mêrdîn) ê li Kobanê di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve dê sibe di Deriyê Sînor ê Xabûr re bên wergirtin.

Ji bo gerîlaya HPG’ê Ayşe Elman (Armanc Viyan) a li Şengalê û şervanê YPG’ê Şehmus Allk (Botan Mêrdîn) ê li Kobanê di şerên li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Artuklu ya Mêrdînê konê teziyeyê hat vedan. Ji malbatan re  hat ragihandin ku wê sibe Deriyê Sînor ê Xabûr cenazeyên Elman û Allak radestî malbatan  bên kirin.