Cenazeyê endamê TEV-ÇAND’ê ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê endamê TEV-ÇAND’ê ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê Endamê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) Murat Cemo (Sîno) ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kerk yê girêdayî bajarê Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin.

Cenazeyê Endamê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) Murat Cemo (Sîno) ku dema ji bo amadekariyên Newrozê diçû navenda çandê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. Cenazeyê Cemo ji aliyê hezaran kesî ve ji navenda bajêr hate girtin û ji bo definkirinê birin gundê Kerkê.

Piştî karwan gihîşt gundê Kerkê cenazeyê Cemo birin dibistana gund û merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de endamên komên muzikê yên bi navê Dîcle, Botan û  Eniya, komên Reqs û Şanoyê, Hevserokê Meclîsa Gel a Bajêr û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Şêxo û bi hezaran kes amade bûn.

Birayê Cemo Necîp Cemo ku di merasîmê de axivî diyar kir ku, birayê wî şehîdên çand û hunerê ye û anî ziman ku, heskirina Cemo ya li hemberî çandê ew ber bi şehadetê ve biriye. Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şêxo jî anî ziman ku, ew nikarin bi gotina têkoşîn û dilsoziya Cemo ya ji bo çanda kurdî bînin ziman û got ku ewê bîranîna wî bidin jiyandin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto jî bal kişand ser têkoşîna Cemo.

Murat Cemo di sala 1988’an de li gundê Kerk ê Kobanê hatibû dinê. Cemo ku zewicîbû li Navenda Çandê ya Baqî Xido ya li Kobanê mamosteyê folklora kurdî bû. Di heman demê de endamê koma Botan a muzîk û reqsê bû. Roja şemiyê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.