Cenazeyê Erefat dê li Swîsreyê bê lêkolînkirin!

Cenazeyê Erefat dê li Swîsreyê bê lêkolînkirin!

Ji bo were zanîn li ser cenazeyê rêberê Filistînê Yaser Erefat madeya polonium heye an na, dê estîtuyek a Swîsreyê li ser cenazeyê wî lêkolîn bike.

Enstîtuya Radyofîzîk a Lozanê ragihand ku ew ê li ser cenazeyê Erefat lêkolîn bikin û ji bo vekirina gora Erefat û anîna cenazeyê wî hevsera wî bersivek erênî daye.

Berdevkê nexweşxaneya zanîngeya Kantona Vaudê ya Swîsreyê Darcy Christen, da zanîn ku demek kêm maye û êdî ne meh, çend hefte mane.

Televîzyona El Cezîre der barê mirina Yaser Arafat ku di sala 2004’an de jiyana xwe ji dest da de li Swîsreyê lêkolîneke pêk anî û encama wê aşkera kir. li gorî lêkolîne derketi holê kku li ser amûrên Arfat madeya radyoaktîf hatiye dîtin.

Polonyuma ku madeyeke asta wê bilind a radyoaktîfe, cara yekemîn di sala 2006’an piştî mirina sîxûrê KGB Aleksander Lîtvînenko ketibû rojevê. Di encama lêkolîna ku hate kirin de hatibû tespîtkirin ku muxalîfê Kremlînê Lîtvenenko, ji ber polonyuma ku tevli çaya wî bûye jehrî bûye.

Li gorî îdiaya televîzyonê, li ser firçeya diranan, cil û bergên wî testên hatine kirin de di astek bilind de polonyum hatiye dîtin. Li ser vê yekê hevsera Arafat, Suha Arafat ji bo encama teqez ji rêveberiya Filîstînê xwe ku goristana hevserê wî vebe.

DI MIRINA WÎ DE TILIYA MOSSADÊ HEYE?

Rojnameya Înglîz Daily Telegraph di hejmara xwe ya îro de cih da îdîayên der barê mirina Rêberê Filistînê Yaser Erefad. Di nûçeyê de tê gotin ku di encama lêkolîna di laboratûvarek a Swîsreyê de li ser cil û bergên Erefad hatin kirin de bermayên mîqtareke zêde ya Polonium-210 hate dîtin. Rojnameyê got; “Van îdîayan careke din gumanên ku dibêjin Erefadê Fîlîstînî ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Îsraîlê Mossadê ve hatiye kuştin, anî reojvê.”

Di encama lêkolîna Enstîtuya Radyofîzîk a bajarê Lozana Swîsreyê ya li ser cil û bergên Yaser Erefad hate kirin de mîqrata Polonium-210 hate dîtin. Li gorî agahiyan tenê mîqtara 20 a vê madeya Poloniumê dikare mirovan bikuje.

Rêberê Filistînê Yaser Erefad di 24’ê tebaxa 1929 de ji dayîk bû, tevahiya temenê xwe diyarî têkooîna azadiya Filistînê û ji pêkanîna aşitiyê kir. Di 11’ê mijdara 2004 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.