Cenazeyê gêrîla Akbaş ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gêrîla Akbaş ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gêrîla Akbaş ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Abdullah Akbaş (Zafer Bîlal) ku di 22'ê Çileyê de li navçeya Mîdyata Mêrdînê di operasyona noqteyî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Qizilbûrcê ya Rihayê ji aliyê hezaran ve hat definkirin.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Abdullah Akbaş (Zafer Bîlal) ku di 22'ê Çileyê de li navçeya Mîdyata Mêrdînê di operasyona noqteyî de jiyana xwe, çûn Meletiyê û cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî serî li dozgeriyê dan û cenazeyê kurê xwe ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin bi karwanekî ku ji sedan maşîne pêk dihat anîn gundê Qizilbûrcê yê Rihayê. Karwanê cenazeyê gêrîla Akbaş li gund ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
Girseyê darbesta Akbaş danîn ser milê xwe û heta goristana gund meşiyan. Di merasimê de Hevserokên BDP'ê yên Rihayê Halît Yildiztekîn, Leyla Akça, MEYA DER jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girse di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Cenazeyê gêrîla Akbaş bi sloganan hat definkirin. Hevserokê BDP'ê Halît Yildiztekîn li ser gorê axaftinek kin kir û sersaxî ji malbatê xwest.