Cenazeyê Gerîla Enguder şandin Stenbolê
Cenazeyê Gerîla Enguder şandin Stenbolê
Cenazeyê Gerîla Enguder şandin Stenbolê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin Enguder (Firat Ganîroj) ê di sala 2008'an de li navçeya Geverê jiyana xwe ji dest dabû ji ber "Makîneya testa DNA'yê xerabe ye" ji Meletî şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin Enguder (Firat Ganîroj) yê ji gundê Sîşemzîn a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê di sala 2008'an de li Geverê jiyana xwe ji dest dabû, Sêşema borî li cihê jiyana xwe ji dest dabû gel cenazeyê Enguder ji gerîlayên HPG'ê wergirt û cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Cenaze ji vir jî ligel malbata Enguder ji bo testa DNA'yê şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Meletî. Cenazeyê gerîla Enguder ji Meletiyê jî bi hinceta "Makîneya DNA'yê xerabe ye" şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ligel ku malbatê teşhîsa zarokê xwe kiribû jî şandina cenaze ya Stenbolê rastî nerazîbûnan hat.
Hate diyar kirin ku piştî cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bê teşhîskirin dê li Geverê bi merasîmeke heybet bê defnkirin.