Cenazeyê Gêrîla Kaya birin Colemêrgê
Cenazeyê Gêrîla Kaya birin Colemêrgê
Cenazeyê Gêrîla Kaya birin Colemêrgê
Gêrîlayê HPG’ê Emrah Kaya (Kurtay Leşker) ku di pevçûna bejahiya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, malbatê cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê girt û ber bi Colemêrgê ve derxistin rê.
Ji 14 gêrîlayên HPG’ê gêrîla Emrah Kaya (Kurtay Leşker) ku di 7’ê Çileyê de li bajehiya navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, di encama testa DNA’yê de malbatê cenaza ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê girt û ber bi Colemêrgê ve kete rê. Roja 22’ê Çileyê malbata gêrîla Kaya cenazeyê gêrîla Farûk Barût (Dîcle Firat) ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, wisan texmîn kir ku, kurê wane li Goristana Serê Solan ya Taxa Sumbulê veşartibûn. Piştî testên DNA’yê cenazeyê wisan hesibandine gêrîla Emrah Kaya ye derket holê ku aydê gêrîla Farûk Barûte.
Roja 26’ê Sibatê ji goristanê hate derxistin û radestî malbatê hatibû kirin. Piştî vê şaşiyê malbata gêrîla Kaya roja borî çûn Meletiyê û ji bo girtina cenazeyê kurê xwe bigirin serlêdan kirin. Di demjimêrên sibehê de malbatê cenazeyê kurê xwe girt û ber bi Colemêrgê ve kete rê. Cenazeyê gêrîla Kaya dê îro li Goristana Serê Solan ya li Taxa Sumbul ya Colemêrgê were defin kirin.