Cenazeyê gêrîla Kurt ber bi Wanê ve birê kirin

Cenazeyê gêrîla Kurt ber bi Wanê ve birê kirin

Malbata gêrîlayê HPG'ê Mehdi Kurt cenazeyê kurê xwe ji morga Neweşxaneya Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Wanê ve ketin rê.

Di 7'ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hatibû û 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata gêrîla Mehdî Kurt (Rohat Garisa) piştî nasnameya kurê wan diyar bû çûn Meletiyê û cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî serî li dozgeriya Meletiyê dan û cenazeyê kurê xwe li Morga Nexweşxaneyê teşhîs kirin cenaezyê kurê xwe wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê ketin.