Cenazeyê gêrîla Tûnç ji aliyê hezaran ve hate pêşwazî kirin

Cenazeyê gêrîla Tûnç ji aliyê hezaran ve hate pêşwazî kirin

Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Semar Tûnç (Jiyan Amara) li Êlihê û bajaroka Kaniyahenê ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.

Gêrîlaya HPG’ê Semar Tûnç (Jiyan Amara) ku di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de tevî 13 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Tûnç di 17'ê Çileyê de ji bo cenazeya keça xwe werbigire çûbû Meletiyê, lê ji ber ku cenaze nedihat teşhîskirin, ji bo testa DNA xwîn da. Piştî ku test bi encam bû malbat tevî rêvebirên MEYADER'ê duh çûn Meletiyê û cenaze wergirtin. Cenazeyê ku ji Meletiyê ber bi Êlihê ve bi rê ketin li Tesîsên Bardakçilar ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Di nava kesên ku cenaze pêşwazî kirin de Endamê MYK'a BDP’ê Ayhan Karabulut, Şaredarê Hezoyê Reşît Haşîmî, şaredarê Kaniyahenê Selahattîn Bûlût, rêveberên BDP, MEYA-DER jî hebûn. Cenaze ji vir bi karwanekê birin Bajaroka Kaniyahenê. Di rê de wesayîtên nû tevlî karwanê bûn. Cenaze li bajarokê ji aliyê hezaran kesî ve hate pêkdihat ber bi Kaniyahenê ve derket rê. Dema karwanê wesayîta gihîşt bajarokê li vir jî ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin", “Bijî Serok Apo”, “PKK tolhildan” û “Qatîl Erdogan” hate pêşwazîkirin. Cenaze beriya ku bigihêje mizgeftê ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û bi meşê birin mizgeftê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û alên PKK, KCK hatin hilgirtin. Cenaze ji bo karê şuştinê birin cihê serşokê. Di şuştina cenaze de hate dîtin ku cenaze hatiye texrîpkirin û reş bûye.

Cenaze îro di demjimêr 12.00’an de dê li goristana bajarokê were defin kirin.