Cenazeyê gêrîla Tûrgay bi girseyî sipartin axê

Cenazeyê gêrîla Tûrgay bi girseyî sipartin axê

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Nebî Turgay (Cemal Amed) yê ku di pevçûna li Gurgumê de jiyana xwe ji dest da, li gundê lê hate dinê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Nebî Turgay (Cemal Amed) yê ku di 11'ê cotmeha 2012'an de li bejahiya gundê Încîrcî ya navçeya Pazarcixê ya Gurgumê di pevçûnekê de jiyana xwe ji desta û bi şaştî cenazeyê wî li gundê Adgon yê naçveya Kopê ya Mûşê hate definkirin, piştî testa DNA'yê ji bo gora wî bê vekirin serî li Dozgeriya Komarê ya Kopê da û cenaze wergirt û anîn navçeya Bismila Amedê.

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, MEYA-DER û gelek kesên din cenaze bi karwanekî qelebalix anîn gundê Xanoserê yê navçeya Bismilê ya Amedê. Dema karwana cenaze derbas dibû welatiyên ser riyan karwan bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" pêşwazî dikirin. Cenazeyê Turgay di ketina gund de bi girseyî hate pêşwazîkirin û darbesta gêrîla Tûrgay hilgirtin û ber bi gund ve dest bi meşê kirin. Di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "HPG tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

JI CERDEVANAN RE BANGA DEST JI ÇEKAN BERDIN

Piştî meşê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Turgay birin goristana gund û li cem bavê wî yê 2 sal berê jiyana xwe ji dest da definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bismilê Mustafa Kurt piştî rêzgirtinê axivî û sersaxî li gelê Kurd da û bang li cerdevanên gundê Xanoserê kir ku dest ji çekan berdin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yilmaz jî wiha got: "Em dê her tim xwedî li nirxên xwe derbikevin. Ya aştiyê pêk bîne yekîtiya kurdane. Ez jî bang li hemû kurdan dikim ku bibin yek."

Mamê gêrîlayê HPG'ê Turgay Abdul Hamît Turgay jî spasî ji hemû kesî re kir û wiha got: "Ez li vir bang li dayîkên leşkerên Tirk dikim. Dema şehîdên me tên em dîsa jî daxwaza aştiyê dikin. Dema cenazeyên leşkerên dayîkên tirk diçin dibêjin 'welat sax be' Gundên me hatin şewitandin, em hatin kuştin û hatin sirgûnkirin. Ez dixwazim dayîkên leşkeran jî bi dayîkên Kurd re aştiyê bixwazin."

Piştî axaftinan girseyê mala şînê ziyaret kirin û sersaxî li malbatê da.