Cenazeyê gerîlayê ARGK'ê Tekin piştî 21 sal şûnde hat definkirin

Cenazeyê gerîlayê ARGK'ê Tekin piştî 21 sal şûnde hat definkirin

Malbata gerîlayê ARGK'ê Mizgîn Tekin ku li Herêma Dorşênê ya Pasûra Amedê di sala 1992'an de jiyana xwe ji dest dabû piştî 21 sal şûnde cenazeyê kurê xwe Mizgîn li Şehîtgeha "Şehîd Amed" defin kir.

Gerîlayê ARGK'ê Mizgîn Tekîn (Sîpon) ku di sala mijdara 1992'an de li Herêma Dorşênê ya Pasûra Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 21 sal şûnde li Şehîtgeha Şehît Amed bi girseyî hat definkirin. Malbatê li ser şahidan çûn cenaze ji gorê derxistin û piştre bi merasimekê anîn li Şehîtgeha Şehît Amed defin kirin. Malbatê duh cenazeyê Tekîn anîn goristanê û bi tevlêbûna sedan kesan bi merasimekê û gotina siloganên "Şehîd namirin" defin kirin. Di merasimê de Serokê BDP'a Liceyê Harun Erkuş, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Cilên Tekîn jî xistin kîsekî û li gel hestiyên Mizgîn Tekin defin kirin. Girsê piştî definkirinê rêz girtin û sirûda Çerxa şoreşê xwendin. Di mersimê de dayika Mizgîn Tekîn Hanım Tekin, diyar kir ku kurê wê ne şehîdê wê tenê ye û şehîdê hemû gelê kurd e. Dayik Hanim Tekîn, anî ziman ku 21 sal şûnde be jî ji ber ku gihiştiye hestiyê keça xwe pir kêfxweş e û wiha got: "Ew şehîdê azadiyê ye" Rêveberê MEYA-DER'ê Medeni Aktar jî ani ziman ku bi hezaran kesên ji aliyê faîlnediyar ve hatin qetilkirin û hêj cihê wan nediyar e.

Hat zanîn ku hêj cenazeyê Tekin ku 21 sal berê jiyana xwe ji dest dabû hêj xera nebûbû.