Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Başak li Pirsûsê hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Başak li Pirsûsê hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Başak li Pirsûsê hat definkirin
Gerîlayê HPG'ê Îbrahim Başak (Zağros Urfa) ku 3 sal berê li Elkê jiyana xwe ji dest dabû û li Şirnexê hatibû definkirin cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Axaciya Mezin a Pirsûsê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.
Di 3'ê Tîrmeha 2010'an de li Navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn derketibû û di pevçûnê de gêrîlayê HPG'ê Îbrahim Başak jiyana xwe ji dest dabû. 3 sal berê cenazeyê Başak li Goristana Tekserê Şirnexê hatibû definkirin. Li gel ku malbatê ji bo testa DNA'yê çend çaran serî li dozgeriyê da jî encam bi dest nexistibû. Herî dawî dozgeriyê malbat agahdar kir û xwestin bên cenazeyê kurê xwe wergirin.
Li ser banga Dozgeriya Komarê ya Şirnexê malbat li gel rêveberên BDP'ê çûn Goristana Tekserê û cenazeyê Başak ji gorê derxistin. Malbata Başak cenazeyê kurê xwe wergirtin û bi karwanek mezin ber bi Gundê Axaciya Mezin a Rihayê ve derketin rê. Karwana cenazeyê Başak di ketina Pirsûsê ya Rihayê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Tîmên taybet û polîsên hêzên çevîk destûr neda ku karwana Başak di nava Navçeya Pirsûsê re derbas bibe. Polîsan xwest cenazeyê Başak raste rast derbasî Gundê Axaciya Mezin bikin. Lê birayê Başak Mehmet Başak, jî diyar kir ku malbata birayê wî li Pirsûsê ye û dixwaze cenaze bibe malê. Piştî niqaşên demekê karwanê cenaze di taxên kêleka Pirsûsê re derbasî gundê Axaciya Mezin bû. Karwana cenaze di ketina gund de bi alên PKK'ê hat pêşwazîkirin. Girsê darbesta Bayak bi ala PKK'ê pêça û li ser milên xwe heta goristanê meşiyan. Girsê di meşê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Bi hezaran kesên tev li merasimê bûn, bi silogan û dowîzên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Şehit namirin", "Ey şehit riya te riya me, PKK partiyame" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Girsê piştî cenazeyê Başak defin kir li ser gorê "Çerxa şoreşê" xwendin û rêz girtin.
Birayê Başak Mehmet Başak, li ser gorê axaftinek kurt kir û diyar kir ku hatina cenazeyan a malbatan nêzîkatî û helwesta dewletê ya aştiyê nîşanî mirovan dide.