Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baykal hat wergirtin
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baykal hat wergirtin
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baykal hat wergirtin
Cenazeyê gêrîlayÊ HPG'ê Mustafa Baykal (Ozgur Amanos) yê di sala 2011'an de ji ber xaza jeneretorê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, bi tevlêbûna sedan welatiyan ji herêma Dostkî ji destê gêrîlayên HPG’ê hat wergirtin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di sala 2011'an de gêrîlayê HPG'ê Mustafa Baykal (Ozgur Amanos) ku ji gundê Altinova yê Navçeya Xalfetiya Rihayê ye bi xaza jeneretorê jahrînî bûbû û jiyana xwe ji dest da. Malbata Baykal, li gel rêveberên MEYA-DER'ê çûn herêma Dostkî û cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baykal ji destê gêrîlayên HPG'ê wergertin. Koma ku di navde Dayika Baykal Hanim û bav Veli Baykal hebû cenaze ji desetê gêrîlayên HPG'ê wergirtin. Komê cenaze bi poster û alên PKK, konfederalizma Demokratîk û Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtin û darbesta gêrîlayê HPG’ê Baykal danîn ser milê xwe. Komê bê navber siloganên "Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo" beriz kir û anîn qada Veregozê.
Li vir parlamenterê BDP'ê Esat Canan, Rêveberên BDP'ê, endam û şaredarên Şaredariya Gever û Bajirgê, rêveberên KURDÎ-DER, TUHAD-FED û Navenda Çand û Hunerê ya Geverê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Parlamenter Canan, diyar kir ku ji ber hêj şer didome ciwanên wan jiyana xwe ji dest didin û ciwanên wan ji bo mafê azadiya xwe li ber xwe didin. Piştî axaftinan cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baykal anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat zanîn ku dê cenaze bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî testa DNA hat kirin dê cenaze li gundê Altinova yê Xelfetiya Rihayê bi girseyî bê definkirin.